Li Baselê festîvala Çand û Sporê ya Ciwanan
Festîvala Çand û Sporê ya Ciwanan a Hasan Kiziler ku her sal bi kevneşopî li Swîsreyê tê lidarxistin, îsal jî bi coş û kelecaneke mezin pêk hat.
Festîvala Çand û Sporê ya Ciwanan a Hasan Kiziler ku her sal bi kevneşopî li Swîsreyê tê lidarxistin, îsal jî bi coş û kelecaneke mezin pêk hat.
Festîvala Çand û Sporê ya Ciwanan a Hasan Kiziler ku her sal bi rengekî kevneşopî ji aliyê Yekîtiya Ciwanên Şoreşger û Tevgera Jinên Ciwan ên Şoreşger ve li Swîsreyê tê organîzekirin, îsal li bajarê Baselê pêk hat. Di vê çarçoveyê de danê sibehê li navenda sporê ya li Allschwilê pêşbirkên futbol û voleybolê hatin lidarxistin û piştre li salona dawetê ya Bûrcû pîrozbahî pêk hat.
TÛRNÛVAYÊN FUTBOL Û VOLEYBOLÊ
13 tîm tevlî tûrnûvaya futbolê bûn. Di encamê de tîma Anatolischer Kulturverein Wohlen bû yekemîn, Roj Winthertur bû duyemîn, Terolar jî bû sêyemîn.
Di tûrnûvaya voleybolê de tîma Meclîsa Jinê ya Bêrîtan a li Zurichê bû yekemîn.
Piştî tûrnûvaya sporê, şahî pêk hat. Li salonê pankartên bi nivîsa "Bi ruhê Çiyager û Avestayan serî hilde", "Serok azad bike", posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, wêneyên Hasan Kiziler, şehîdên şoreşê û alên PKK, YPG/YPJ'ê hatin daliqandin.
XWEDÎDERKETINA LI BERXWEDANA ŞEHÎDAN, BERPIRSYARIYEKE DÎROKÎ YE
Parlamentera Sêrtê ya HDP'yî Besîme Konca jî tevlî çalakiyê bû. Piştî deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna şehîdên azadiyê yên Kurdistanê parlamenter Konca axivî û got, "Me bi ciwantî dest pê kir em ê bi ciwantî bi ser bikevin." Konca bang li ciwanên li derveyî welat kir û got, "Berpirsyariyeke dîrokî ye ku bi dilsoziya bi ziman, çand û nirxên berxwedanê re xwedî li berxwedana şehîdan bê derketin û jiyana bi hev re bê parastin."
MERTALÊN ZINDÎ YÊN LI QENDÎLÊ BI WEŞANA ZINDÎ TEVLÎ ÇALAKIYÊ BÛN
Ciwanên ku li Qendîlê li dijî dagirkeriya dewleta Tirk bûne mertalên zindî, bi weşana zindî tevlî çalakiyê bûn û festîvala ciwanan silav kirin. Di festîvalê de koma govenda zarokan a Çanda Med û koma govendê ya Evîna Welat Nû derketin ser dikê. Bajar, Xecê, Rodî, Medî, Yûnûs Pîran û Baran Tûran jî bi stranên xwe festîval xemilandin.