Li Şengalê Cejna Çarşema Sor hate pîrozkirin

Li geliyê Solaxê ya girêdayî Şengalê bi şehiyekê cejna Çarşema serê salê hate pîrozkirin.

Tevî hemû zext û gefên li ser Şengalê, lê dîsa jî Şengalî li ser axa xwe cejin û şahiyên xwe pîroz dikin.

Li gorî baweriya Êzidiyan 7’ê Nîsanê cejna Feqîra ya li gorî salnameya kevn e. 14’ê Nîsanê jî li gorî babê Şêx mîladî ye.

Cejna Çarşema Sor ji bo Êzidiyan cejna herî naskirî ye. Her sal di yekemîn Çarşema meha Nîsanê ya bi gorî salnameya kevin tê pîrozkirin. Li gorî baweriya Êzidiyan Xwedê her sal melekekê rê dike rûyê erdê, ji bo ku nebaşiya li nav mirovan ji holê rake û başî û xweşiyê di nav mirovan de belev bike.

Cejna Çarşema Sor cejna herî mezin e di nav civaka Êzidiyan de. Ev cejin her sal di meha Nîsanê de tê pîroz kirin. Li gorî ola Êzidiyan di meha Nîsanê de cîhab hatiye avakirin, di cejnê de civaka Êzidî hêka dikelinin û renge reng dikin, ew hêk jî temsîla nû avakirina gerdûnê dikin. Li gorî baweriya Êzidiyan di meha Nîsanê de nabe kes bizewice, ev jî rêzgirtin ji meha Nîsanê re ye.