Li Çînê vîrusek nepen der bû, mirov ji mirovan pê dikevin!

Ji ber vîrûseke nepen a ku li Çînê der bû, kesê çaremîn jiyana xwe ji dest dan. Li gorî pisporekî mirov ji mirovan bi vîrusê dikevin.

Li bajarê Wûhan ê li navenda Çînê kesekî din ji ber vîrusa koronavîrus a nepen jiyana xwe ji dest da. Kesê 89 salî ku di 13'ê Çileyê de vîrus lê der bû, ji ber pirsgirêkên bêhntengiyê ya pênc rojan rakirin nexweşaneyê. Hate ragihandin ku roja Yekşemê jiyana xwe ji dest da.

Komîsyona Tenduristiya ya Neteweyî ya Çînê ragihand ku li bajarê Gûangdongê jî du kes ji ber vîrusê nexweş ketin. Rayedarên tenduristiyê yên Çînê heta niha digotin ku zehmet e mirov ji hev bi vîrusê bikevin. Dihate texmînkirin ku vîrus tenê ji heywanan derbasî mirovan dibe.

Ji Komîsyona Tenduristiyê ya Neteweyî zanyarê navdar Zhong Nanshah êvara Duşemê ji CCTV re axivî û diyar kir ku mirov ji hev jî bi vîrusê dikevin.

Li gorî rayedarên tenduristiyê yên Pekînê, vîrus li bazareke Wûhanê der bû û heta niha zêdeyî 200 kes pê ketin.