Koordînasyona Civaka Êzîdxanê Cejna Êzî pîroz kir

Koordînasyona Civaka Êzîdxanê Cejna Êzî pîroz kir û got, "Bersiva herî mezin a li ferman û zilmê, mezinkirina karê rêxistinbûn, xweparastin û pêkanîna tifaqê ye."

Koordînasyona Civaka Êzidîxanê peyameke nivîskî weşand û Cejna Êzî pîroz kir.

Peyama koordînasyonê wiha ye:

"Ji civaka me hê jî bi sedhezaran kes li kampên penaberiyê cejna xwe dibin şertên berdewamiya fermana dawî de pîroz dike. Hê jî hasabên qirêj li dijî civaka me tên kirin. Hêzên tarî û xêrnexwaz hewl didin ku civaka me ji axa wê qut bikin û nebe xwedî statu. Lê têkoşîna me ji bo azadî û rumetê berdewam dike. Armanc û ruhê Mam Zekî Şengalî nexşerê û mîsogeriya serketina Êzîdxanê ye.

Li dijî zor û zehmetiyan, li dijî êrîş û gefên faşîzma Erdogan û hevkarên wî, pêwîste têkoşîna azadiyê bê xurtkirin.

Li gel vê têkoşînê, erka me ya sereke ew e ku em li gorî ruh û karektera Mam Zekî yekîtî û tifaqa civakî-siyasî pêk bînin.

Bersiva li hemberî hemû fermanan, li dijî zilma li ser welat û gelê me, bihêzkirin û pêşxistina xwerexistinkirin, xweparastin û avakirina tifaqa navxweyî ye.

Bi vê wesîleyê em Nadiya Mûrad ku Xelata Aştiyê ya Nobelê wergirt pîroz dikin û hêvîdar in ku ev xelat bibe wesileya misogerkirina xweseriya Şengalê.

Bangawaziya me ji bo gel û civaka me ew e ku ji bo paşeroja xwe xwedî li vîn û rêxistiniya xwe derkevin."