KNK'ê Cejna Remezanê pîroz kir
KNK'ê Cejna Remezanê li gelê Kurd û alema Îslamê pîroz kir.
KNK'ê Cejna Remezanê li gelê Kurd û alema Îslamê pîroz kir.
Konseya Rêveber a Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) bi wesîleya Cejna Remezanê peyamek weşand.
Di peyamê de hate gotin, "Sibe cejne, cejna Remezanê ye. Mixabin em dîsa cejnekê, di rewşeke aloz de pîroz dikin. Li Bakur, li Rojava û Başûrê Kurdistanê êrîşên qirkirinê li ser gelê me didomin. Dewleta Tirk piştî dagirkirina Efrînê niha jî berê xwe daye Başûrê Kurdistanê. Li Rojhilat jî rewşa aloz berdewame. Li hember êrîşên dagirkeran, berxwedanek bê hempa heye û şerê azadiyê û berxwedana gelê me, bi her awayî berdewam dikin."
KNK'ê diyar kir ku di pîrozkirina Cejna Remezanê de, sosret ew e ku yên êrîşa dajon ser gelê Kurd, ne bi tenê xwe misilman didin xuya kirin, xwe serok-rêberên misilmanan didin nîşandan. Di daxuyaniyê de hate gotin, "Roja cejnê jî, wê dîsa derkevin ber kamerayên televizyonan û bi derewan bêjin 'misilmanên qenc û xêrxwaz em in' û bixwazin zalimtiya li ser gelê me didin meşandin bidin vaşartin.
Bêguman li her çar perçeyan û her derê gelê me, êdî ne gelê berê ye, bûye xwedî hişmendiyeke mezin û di nava tekoşineke netewayî ya demokratîk a hemdemî de ye. Êdî ne xwazokê ber deriyê zalima ye û nema bindestiyê qebûl dike. Êdî bi tenê hêviya xwe bi xwe û rêberê xwe û tekoşerên xwe dike."
Di dawiya peyama KNK'ê de wiha hate gotin: "Em bi hêvî û di wê baweriyê de ne ku gelê me, wê di demeke nêz de bi aramî û aştî û azad, cejnên xwe û şahiyên xwe pîroz bike. Bi vê munasenetê em cejna Remezanê, di serî de li girtî û şervanên azadiyê, li gelê Kurdistanê û li alema Îslamê pîroz dikin."