Kevneşopiya Koşkar li Mexmûrê berdewam e

Koşkarî yek ji çand û kevneşopiyeke Kurdî ye ku li ber tinebûnê ye. Wargeha Mexmûrê xwedî li vê kevneşopiyê derdikeve. Koşkarê bi navê Ehmed Bîlen da zanîn ku di vê serdemê de karê koşkariyê her diçe winda dibe.

Yek ji çand û kevneşopiyeke Kurdî ku ber bi tunebunê ve diçe karê koşkartiyê ye. Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) kevneşopiya karê koşkartî heya roja îro berdewam e. Koşkarê bi navê Ehmed Bîlen got: “Ev çanda koşkar ji bav û kale me maye. Pêwîste em vê çandê biparêzin.” Koşkar Bîlen bibîr xist ku ji ber ambargoya heyî nikarin li gorî pêwîstiyan ji bo çêkirina pêlavan amûrên pêwîst bigirin.

'EV 18 SAL IN VÎ KARÎ DIKIM'

Bîlen bal kişand li ser şert û mercên penabertiyê û destpêkirina vî karî û diyar kir ku di sala 1994’ê ji Bakurê Kurdistanê ji ber zilm û zordariya dewleta Tirk ber bi Başûrê Kurdistanê ve koçber bûne. Koşkar Bîlen got: “Dema em hatin Başur tu kar nebû em bikin. Ji ber wê yekê di nav zor û zehmetiyan de min dest bi vî karî kir. Ev 18’e sal in ez vî karî dikim, ez ji bav û kalê xwe fêrî vê karê bûme. Her diçe ev kar li nava civakê kêm dibe. Tevî vê jî ez  debara mala xwe pê dikim."

'PÊWÎSTE EM XWEDÎ LI ÇANDA XWE DERBIKEVIN'

Koşkar Bîlen diyar kir ku eleqeya ji bo karê koşkartiyê wek berê nemaye û wiha pêde çû: "Mirovên ku pêlava wan diqete nikarin yekî nû bikire, têne gel min ez çêdikim. Rojê herî zêde pênç pêlav çêdikim. Êdî wek berê eleqederiya vî karî nemaye û hatiye wê astê ku mirov dikanê bigire. Pêwîste çandên ku ji bav û kalên me mayî biparêzin û xwedî li çanda xwe derbikevin."

'AMBARGO BANDORIYEKE NEYÎNÎ LI JIYANA ME DIKE'

Her wiha Bîlen têkildarê ambargoya li ser Mexmûr û bandorên wê ya li ser karê wî dike û bibîr xist ku 186’roj in ambargo dewam dike û got: “Ev ambargo bandoriyek neyînî li ser jiyana me dike. Amûrên ku ez pê kar dikim nemaye. Ji ber vê ambargoyê ez nikarim biçim amûrên pêwîst bigirim. Ev jî dike ku astengiyek mezintir bi xwe re bîne û jiyana me jî dixe zorê."