Civaknasê Kurd Kadîr Amaç ku li ser rewşa civakî û demografiya Kurdistanê gelek pirtûk nivîsî, pirtûkeke nû amade kir. Pirtûka bi navê "Kurd, Pêxwasên li ser rûyê erdê" meha Tebaxê ji aliyê weşanxaneya J&J ve hate çapkirin.
Nivîskar Kadîr Amaç li ser pirtûka xwe ya nû ji ANF'ê re axivî. Amaç diyar kir ku doza kUrdistanê bi şîroveyên spekulatîf û ansîklopedîk nayê fêhmkirin û got, "Bi kar û lêkolînên ku teolog û zanyarên civakî yên Tirk, Ereb û Fars re sosyolojiya rastî ya Kurdan fêhm nabe.
Kadîr Amaç ji bo hînbûna karakterê sosyolojîk ê civaka Kurd, işaret bi girîngiya pirtûka 'Sosyolojiya Azadiyê' ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kir û wiha bi mijarê daket: "Sosyolojiya welatê Kurdistanê ji tebeqeyên cuda pêk tê. Baweriyek bi tenê, çandek bi tenê, pirtûkeke bi tenê ya pîroz, mezhebeke bi tenê, pêxemberekî bi tenê, civateke bi tenê, lîderekî olî yê bi tenê, partiyeke siyasî ya bi tenê, lîderekî siyasî yê bi tenê nîne di karaktera sosyolojîk a welatê Kurdistanê de."
Amaç işaret bi dîroka nêz a Kurdan kir û anî ziman, PKK û HDP'ê di nexşerêya civakî ya Kurdan de bi roleke mezin a sereke rabûn. Amaç got, "Nêrîna siyasî ya sekuler a PKK û HDP'ê kir ku cîhana helwest û tesewirê ya beşeke mezin a civaka Kurdan veguhere."
Li ser rewşa li Bakurê Kurdistanê Kadîr Amaç got, "Li Bakurê Kurdistanê drameke mezin heye. Dewletên cîhanê li kuştina Kurdan bi destê dewleta Tirk temaşe dikin. Ev yek ji bo dewletên cîhanê şermeke mezin e. Ji bo dewleta Tirk a zalim dikarim vê bêjim: Dibe ku çek, kinc û xwarina Hûn û Cengîz guherî bin, lê belê karakterê wê yê hov û koçber qet neguheriye." Amaç di vê çarçoveyê de komkujî û hovîtiya ku dewleta Tirk sala 2015'an di dema berxwedana xwerêveberiyê de li bajarên Kurdistanê kir bi bîr xist û got, "Xaka Bakurê Kurdistanê bi destê Erdogan û şûrekaya wî di dema herî giran û bi xwîn a dîroka mêtingeriyê de ye."
Li ser xisara ku mêtingeriyê li civaka Kurdan kiriye, nivîskar Kadîr Amaç vê nirxandinê dike: "Kurdistan sala 1920'î bi Peymana Sevrê û sala 1923'an jî bi Peymana Lozanê hate parçekirin. Di navbera dewletên Tirkiye, Îran, Sûriye û Iraqê de kirin çar parçe. Bi dîtina min, mêtingeriya li ser Kurdna bi vî rengî dikare were pênasekirin: "Miletekî ku welatê wî hatiye dagirkirin, zimanê wî hatiye qedexekirin, serweriya xwe ya siyasî ji dest hatiye girtin, hebûna ontolojîk û fîzyolojîk hatiye gemarîkirin û hemû nirxên xwe ji hev hatine xistin... Ya duyemîn, ruhê prîmordîal ê Kurdan ji cih hatiye dexistin û ruhê mêtingeriyê li şûna wî hatiye bicihkirin. Bi ruhê xwe yê ontolojîk najî, bi ruhê dewletên mêtinger dijî. Dilê xwe jî hatiye dagirkirin û dilê mêtingeran lê hatiye bicihkirin. Bi ruh û dilekî dagirkirî bêguman wê xizmetê ji dagirkeran re bike.
Ji bo pirsgirêka hişmendiya neteweyî ya Kurdan jî Amaç got, "Di nava Kurdan de pirsgirgêkeke giran a hişmendiya neteweyî heye. Ji ber ku dewletên mêtinger hişê Kurdan ji şûna xwe derxistine, dilê Kurdan dagir kirine û hişmendî û dilê xwe lê bi cih kirine... Lewma Kurd nikarin giraniyê bidin ser mijarên; welat, milet, azadî, serxwebûn, serweriya siyasî, ontolojî, huner, epîstemolojî, antropolojî, felsefe, civakî, zanyariya siyasetê, teolojiya zanistî û dîrokî.
Hişmendiya neteweyî ya Kurdan hatiye tevizandin, naxwe wê îro li ser axa xwe kole nebûna. Wê xizmet ji efendiyên mêtinger re nekiribûna. Wê di nava neteweyên cîhanê de xwedî mafê gotinêbûna."
Amaç destnîşan kir ku haya beşeke girîng a gelê Kurd ji vê rastiyê heye, li ber mêtingeriyê û bandora wê rabûne û li ber xwe didin.