Ji ber girtina masiyan a bi rêyên endustriyel çivîk birçî ne!

Li gorî lêkolînekê ji ber zêdebûna girtina masiyan a bi rêyên endustriyel çivîkên nêzî behrê xwarinê bi dest naxin.

Li gorî lêkolîna kovara Cûrrent Bîology a meha Kanûnê 38 ji sedê cureyên çivîkên behrê ji ber girtina masiyan a bi rêyên endustriyel di bin xetereya birçîbûnê de ne.

Lêkolîn ji aliyê Navenda Lêkolînên Zanistî ya Neteweyî ya Fransayê (CNRS) û ji aliyê Zanîngeha Kolumbiyaya Brîtanyayê ya Kanadayê hate kirin. Lêkolîn xwe dispêre ser guherînên salên 1970’î heta bi salên 2010’an.

Ji ber masîgirtina bi rêyên endustriyel masiyên wekî sardûnya û hamsî di behran de namînin. Li gorî pisporan divê masîgirtina  bi girseyî were qedexekirin.