Işikli: Bi talankirina xwezayê dixwazin gundên me vala bikin

Hevberdevkê Platforma Parastina Hewselê û Aktîvîstê Ekolojiyê yê Mezopotamyayê Vahap Işikli talankirina xwezayê ya dema dawî nirxand û got, bi rêya kanên kevir, mermer û HES'an hewl tê dayin ku gundên Kurdistanê bêne valakirin.

Aktîvîstê Tevgera Ekolojiyê ya Mezopotamyayê, Hevberdevkê Platforma Parastina Hewselê Vahap Işikli berxwedana gundiyên navçeya Payizava ya Wanê ya li dijî kana mermerê, şewata di dema operasyonên leşkerî de bi qadê ve tê xistin û qereqolên li qadên şewitandî tên çêkirin ji ANF'ê re nirxand.

Işikli anî ziman ku bûyerên li gundê Yûrtbaşi yê navçeya Payizava ya Wanê diqewimin, nîşan didin ku talankirina xwezayê ya bi hevkariya desthilatdarî û sermayeyê tê kirin gihîştiye kîjan astê. Işikli diyar kir ku talan xwezayê li Tirkiye û Kurdistanê ji hev cuda ne û got, "Mînak; li Îkîzdereyê mijara kana kevir heye. Konê gundiyên berxwedêr rakirin, yanî bi vî rengî dest lê werdan. Lê dema mijar ev der be, hingî bi dehan hêzên ewlekariyê û bi cerdevanan, bi çekan destwerdanê dikin.

Di mijara şewitandina daristanan de jî rewş bi vî rengî ye. Li rojavayê welêt ji bo rantê daristan tên şewitandin, lê li vê derê di operasyonên leşkerî de agir bi qadê tê xistin. Li Derya Reş li qadên daristanî yên hatin şewitandin otel tên çêkirin, li Cûdî, li Licê jî qereqol û kalekol têne çêkirin. Piraniya gundên li vê derê ji ber vê yekê têne valakirin."

'LI TI CIHÎ EM EWLE NÎNE'

Işikli diyar kir ku hinek ji derve tên, timî dixwazin gundiyan koçber bikin, vê yekê jî bi hêsanî dikin û bi bîr xist ku li welêt sîstema edaletê bi pirsgirêk e. Işikli got, "Ev yek tê wê wateyê; di her kêliyê de li malê, li gund, hûn êdî ewle nîne. Bi taybetî dema ku mirov bala xwe dide ser bûyerên dema dawî diqewimin, ya gund bi carekê weke qada madenê tê îlankirin, ya jî bi gotina rapora ÇED'ê ne pêwîst e gund, taxên li bajaran têne valakirin. Ev jî dibe sedema koçberiyeke mezin. Yanî mesele ne tenê talankirina xwezayê ye, di heman demê de gund têne valakirin, mirov tên koçberkirin.

Bi kurtasî, bi bendava ku li Heskîfê çêkirin 199 gund vala kirin. Li ser çemê Botanê jî rewş bi heman rengî ye. Niha ji Licê heta Pasûrê, heta Êlihê meseleya bendav û HES'an hene ku wê bi sedan gundî di nava avê de bihêlin. Her wiha ji Cûdî heta Licê daristan, dar tên birîn, li Colemêrgê bi ragihandina qadên madenê dibe ku bi sedan gundî vala bikin."

'AVHEWAYA HERÊMÊ TÊ TUNEKIRIN'

Işikli destnîşan kir ku ji herêma Serhedê heta herêma Botanê kanên mermer, komir û keviran bandoreke neyînî li sewalkariyê dike ku çavkaniya debarê ya herêmê ye û got, "Bi taybetî çêrgehên heywanan têne tunekirin. Piştre jî bandorê li avhewayê dike, ziwatî li herêmê rû dide û di encamê de jî gol ziwa dibin, masî dimirin. Kêmbûna çandiniyê li gundan dibe sedema krîzê. Sedema herî girîng a vê yekê jî qadên madenê, bendav û HES'ên li herêmê ne. Ji ber ku avhewaya li herêmê serûbin dike. Ji ber ziwatiyê gund têne valakirin, mirovên ku nikarin li welatê xwe çandiniyê bikin li bajarên cuda yên Tirkiyeyê dibin karkerên demsalî."

Di dawiya axaftina xwe de Işikli diyar kir ku divê parêzvanên xwezayê û parêzvanên jiyanê bibin yek û nerazîbûnê nîşanî vê rewşê bidin.