Hikumeta Gronlandê dawî li lêgerîna li petrolê anî
Hikumeta nû ya Gronlandê ragihand ku li vê herêma berfireh a Arktîkayê, lêgerîna li petrolê bi temamî qedexe kiriye.
Hikumeta nû ya Gronlandê ragihand ku li vê herêma berfireh a Arktîkayê, lêgerîna li petrolê bi temamî qedexe kiriye.
Rêveberiya Herêma Xweser a Danîmarkayê biryar da ku stratejiya heyî ya petrolê rawestîne û lêgerîna li petrolê ya dema bê li Gronlandê bi dawî bike.
Wezîra Madeya Xav Naaja got, "Ev yek gaveke aqilane ye, ji ber ku hikumet krîza avhewayê cidî dibîne. Biryar di heman demê de ji bo wê yekê hate wergirtin ku bi kêrî xwezaya me bê, bi kêrî masîvaniya me bê û bike ku em giraniyê bidin ser potansiyela xwe ya rasteqîn a aboriyê."
Meha Nîsanê partiya hawirdorparêz a bi nêrîna çepgiriyê di hilbijartinên xwecihî de bi ser ket û kir ku Serokwezîr Mûte Egede bibe desthilatdar.
Hikumeta herêmî niha li ser pêşnûme biryarekê dixebite ku li Gronlandê lêgerîn û bikaranîna ûranyûmê bi temamî qedexe bike.