Heyva Sor a Kurdistanê: Ya cejnê bi wate dike hevkarî û piştgirî ye

Heyva Sor a Kurdistanê Cejna Qurbanê pîroz kir û ji bo hevkarî û piştevaniyê bang kir

Heyva Sor a Kurdistanê ji bo Cejna Qurbanê ev peyam da:

"Ya ku cejnê bi wate dike, hevkarî û piştgirî ye.

Li gel hemû êş û azaran jî Cejna Qurbanê li Gelê Kurdistanê û Cîhana Îslamî pîroz be.

Bi salan e gelê Kurd ji ber siyasetên şer û neheqiyê, cejnê di nava xemgîmniyê de pêşwazî dike. Bi vê têgehê Heyva Sor a Kurdistanê ji ber rewşên aloz, karîbû bi hezaran malbatên muhtac re bibe alîkar.

Di nava rewşên kambax de, tişta ku êş û azarê mirovan kêm dike, hevkarî û piştgirî ye. Cejn, parvekirina êş û kedera kesên xizan û muhtac e. Cejn; bawerî, biratî û geşkirina dilê zarokên li benda alîkariyê ye.

Bi hêviya ku bibe wesîleya aramî û aştiyê, em Cejna Qurbanê di serî de gelê Kurdistanê, li tevahiya misilmanan pîroz dikin."