HDP: Bila ev cejn bibe cejna têkçûna dijminên mirovahiyê
HDP’ê, Cejna Qurbanê bi peyamekê pîroz kir û got, “Bi hêviya ku ev cejn bibe serkeftina têkoşîna li dîjî faşîzma nijadperest û dijminên mirovahiyê!”
HDP’ê, Cejna Qurbanê bi peyamekê pîroz kir û got, “Bi hêviya ku ev cejn bibe serkeftina têkoşîna li dîjî faşîzma nijadperest û dijminên mirovahiyê!”
Hevserokên HDP’ê Pervîn Bûldan û Sezaî Temellî peyameke pîrozbahiya cejnê weşandin.
Di peyamê de wiha hat gotin: “Em, di navengeke ku pêdiviya gelên vê erdnîgariyê ji her demê zêdetir bi aştiyê heye, neheqiyên mezin tên jiyîn; maf, azadî û hiqûq tê binpêkirin de cejna qurbanê pêşwazî dikin. Di van deman de gelên me ji her demê bêtir pêdivî bi demokrasî, azadî, dadwerî û wekheviyê dibînin. Bi baweriya ku em dest bidin destên hev, em ê bêrî û hêviyên xwe yên aştî, dadwerî û wekheviyê pêk bînin, Cejna Qurbanê li gelê xwe û hemû alema Îslamê pîroz dikin. Em hêvî dikin ku li şûna dijminatî û hestên tolhildanê, dostanî û tevkarî pêk bê, li welatê me û li tevahiya cîhanê aramî û aştî serwer bibe.”