Guherîna avûhewayê: 1,2 milyar kes wê ji cihê xwe bibe

Li gorî analîza saziya ramanê IEP'ê guherînên avûhewayê 30 salên li pêşiya me wê bibe sedem ku bi kêmanî 1 milyar kes ji cihê xwe bibe.

Institute for Economics and Peace (IEP) ya ku navenda wê li Ewûstralyayê ye, di rapora xwe de ya li ser guherînên avûhewayê ya deh salên li pêşiya me, diyar kir gelek faktorên ekolojîk û civakî her sal zorê dike ku bi dehan milyon mirov ji cihê xwe bibin.

Li gorî raporê 2019'an ji ber sedema mezinbûna demografîk, kêmbûna kanên avê, pirsgirêka zad, ziwabûn û şapeyan nêzî 30 milyon mirov ji cihê xwe bûne. Di raporê de her wiha tê gotin dema ku mirov vê bide ber koçên mezintir ku di nav 30 salên pêş de wê bibin hê destpêk e.

Li gorî vê heta 2050'î li hemû cîhanê ji ber guherînên avûhewayê nêzî 1 milyar kesî wê ji cih û warê xwe bibe, gefên ekolojîk wê li 141 welatî karîger bin, nifûsa 19 welatên ku herî pir taloke li ser wan e, 2,1 milyar e. Ev jî tê maneya ku 1 ji çaran a nifûsa cîhanê.

Li gorî vê 2050'î li Efrîkaya Bin Sehrayê, Rojhilata Navîn û Asyaya Navîn nêzîkî 1,2 milyar mirovî dibe ku koç bikin û li van herêman her wiha wê ziwabûn çêbibe, kanên avê wê têrê nekin.