Festîvala Dêrsimê ji ber komkujiya li Pirsûsê hat betalkirin
Festîvala Çand û Xwezayê ya Mûnzûrê ku wê îsal cara 15. bihata lidarxistin, ji ber komkujiya li Pirsûsê hat betalkirin.

Meclîsa Gel a Şaredariya Dêrsimê der barê mijarê de daxuyaniyek da çapemeniyê û got, "Weke gelê Dêrsimê em radigihînin, ku Festîvala Çand û Xwezayê ya Mûnzûrê, ji bo bîranîna şehîdên xwe yên li Pirsûsê, îsal li navenda Dêrsimê, navçeyên Mazgîrt, Qisle, Pulur, Pilemûriye, Xozad û bajarokê Perî pêk nînin."
Di dema dayîna daxuyaniyê ya li ber avahiya Şaredariya Dêrsimê de Hevşaredar Nûrhayat Altûn û Mehmet Alî Bûl, Alîkarên Hevşaredaran Îbrahîm Kasûn û Huseyîn Tûnç, Parlamentera HDP'ê ya Dêrsimê Edîbe Şahîn, Hevşaredarên Perî Fadîme Çetînkaya û Huseyîn Çetînkaya, Şaredarê Pulurê Fatîh Maçoglû, Şaredarê Mazgîrtê Tekîn Turkel, Şaredarê Qisle Cafer Kirmiziçîçek, nûnerên rêxistinên civakî yên sivîl, nûnerên partiyên siyasî, rêveberiya meclîa gel a Dêrsimê, keyayên taxan û girseya gel amade bûn.
Hevşaredara Dêrsimê Nûrhayat Altûn di daxuyaniya xwe ya li vir de diyar kir ku ew ê bi enerjiya berxwedan û têkoşînê ya Festîvala Çand û Xwezayê ya Mûnzûrê di rojên pêş de bi şiyara "Dêrsim diherika Kobanê" mîtîngekê lidar bixin.