Ev 17 sal in li dijî kana mermerê li ber xwe didin

Gundiyên Şêxan ku li dijî kana mermerê li ber xwe didin diyar kirin ew ê nehêlin ku li kana mermerê xebat bêne kirn û heta dawiyê li ber xwe bidin.

Li kana mermerê ya li gundê Şêxanê ku 40 km dûrî navçeya Payizava ya Wanê ye, leşkeran êrîş biribûn ser gundiyên ku li dijî kana mermerê li ber xwe dida nû 4 gundî destgîr kiribûn.

Çîroka kana madenê ya navborî 2003'an dest pê kiribû. 2008'an li ser berxwedana gundiyan DÎMER A.Ş ku kana mermerê dida şixulandin, xebata xwe sekinandibû. Kana mermerê ku 12 salan kesek bi ser de neçûyî par dewrî şîrketeke dî bû. Xebatên kana mermerê ku 12 salan hatibû sekinandin piştî ku dewrî şîrketa bi navVê SAFBAZ A.Ş hate kirin, dîsa dest pê kir.

Mehmet Yucel diyar kir ji ber ku li ber kana mermerê rabûne ew hatine kêmkirin, şîrketa ku kana mermerê dide xebitandin zordarî li wan kiriye û van ew qebûl nekiriye. Yucel got, ''Em li wir heywanan xwedî dikin û niha 5 hezar heywan li derve ne. Em pir mexdûr bûne. Em gundî pereyan naxwazin, em tenê li mafên xwe yên jiyanê difikirin. Ev ne meseleya pereyan e, meseleya hawîrdor û tendiristiyê ye.

Ev qas tevlîhevî, qiyamet ji bo pereyan e? Derewan dikin û em vê qebûl nakin. Tevlîhevî çêbû, zarok ketin. Hinek bi sivîkî birîndar bûn, ne bi fîşekeyan. Hin kes hatin destgîrkirin. Kox hatin hilweşandin, mirov perîşan bûn, 40 malbat mexdûr bûn. 300 kes mexdûr in. Em kana mermerê li gundê xwe naxwazin. Em dixwazin her kes bihistyar be.''

Ji gundiyan Îskan Dîlek jî got ji 2008'an û wir ve ew li dijî xebitandina kana madenê ne, diyar kir kargêrên kana mermerê stargehên heywanên wan hilweşandine, bi vê nahêlin ku heywanên xwe xwedî bikin û ew ê vê qebûl nekin. Dîlek got, ''Niha jî hatin û koxên me hilweşandin. Ji bo ku koxên me hilnweşînin em hatin em çûne cihê rûdanê, êrîş anîn ser me. Li koxan zaroyên me, heywanên me, êmên wan hebûn. Zarokên me hatibûn ku heywanan êm bidin lê hema hema wê nehiştina ku zarokên me derbiketana. Min gote wan zarok li hundir in wan derxînim, bila kox ji we re be, heywan jî, piştre hiştin ku em zarokan derxînin. Em naxwazin ku li gundê me kana mermerê were xebitandin û heta dawiyê em ê li ber xwe bidin.''