Daristanên Penciwînê dişewite

Duh di saet 07:30’î bi awayekî bi guman daristanên devera Pênciwîne şewitîn. Li gorî agahiyan ev demeke bi awayekî bi guman agir bi daristanên Penciwînê dikevin.

Duh êvarê di set o7:30 de li Pênciwîne daristanê jorê gondê Dalaro agir pêket.

Şînêyên gondê Dalaro di demekî kin de bi alîkariya xelkê derdor agir agir kontrol kirin. Lê daristan heya îro setên sîbe jî dişewitiya. Dumana daristana ku dişewîte jî li ser geliyê Pêncewînê wek mijekî belav bû.

Şêniyên gund gotin ku di nava  mehekê de  4 carin daristanên Pênciwîne bi aweyekî gumanwarî dişewitin.

Xelkê herêma Penciwînê ji vê yekê nerazî ne û daxwaz ji xelkê herêmê kir ku li hemberî xwezayê baldar bin û xwedî lê derkevin.