BI DÎMEN

'CPT tenê ji bo berjewendiyên xwe kar dike'

Avaşîn Misto diyar kir ku CPT di çarçoveya erk û berpirsiyariyên xwe de tevnagere û tenê ji bo şexsan kar dike. Her wiha Mistoyê anî ziman ku ew ê bi hêza ciwantiyê azadiya fîzîkî ya Rêber Apo misoger bikin.

Tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan her ku diçe zêde dibe û girantir dibe. Têkildarî tecrîda giran a li ser Abdullah Ocalan, Hevseroka Ciwan û Werzîşê ya Kantona Firatê Avaşîn Misto ji ANF`ê re axivî.

Avaşîn Misto got, ku ev 3 sal in, ew bi tu awayî agahî ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan wernagirin û li dijî Ocalan tecrîd li ser tecrîdê tê ferzkirin û axaftina xwe wiha domand: ‘’CPT qaşo ew rêxistin e ku ji bo parastina mafê mirovan hatiye avakirin. Lê belê dema mijar dibe Rêber Apo ev sazî xwe kor û lal dike. Çima tecrîda li ser Rêber Apo her ku diçe zêdetir û girantir dibe? Çima li dijî vê yekê her kesî xwe bêdeng kiriye? Her wiha ji ber mezinbûna temenê Rêber Apo jî  hewce ye hevdîtîn pêk werin û ev yek di hemû qanûnên dewletan de wisa ye. Lê belê dîsa jî her kesî xwe weke CPT’ê kor û lal kiriye û dema mesele dibe Rêber Apo, qanûn tên jibîrkirin.’’

Avaşîn Misto anî ziman ku diyar e CPT tenê ji bo hin kesan kar dike û got: ‘’Qaşo CPT ew rêxistin e ku ji bo tevahiya mirovahiyê kar dike. Em dibînin ku ew tenê ji bo şexsan kar dike û ne ji bo parastina mafên mirovan. Wisa xuya ye ku CPT jî tenê di çarçoveya berjewendiyên xwe de  kar dike. Em ciwan jî li dora fikrên Rêber Apo kom bûne û ne pêkan e ku bikaribin me ji fikrên Rêber Apo dûr bixin. Ev 26 sal in tecrîda li ser Rêber Apo dewam dike. Vaye bi milyonan kes bendewarê azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ne. Her wiha em ê jî ji bo misogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêber Apo, heya dawiyê têkoşîna xwe bimeşînin.’’ 

Avaşîn Mistoyê axaftina xwe wiha bi dawî kir: ‘’Hewce ye êdî tevahiya ciwanên li seranserê cîhanê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo rabin ser piyan û hewce ye em pêngava ‘Ji Rêber Apo re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî’ xurttir bikin.’’