'Cejna Remezanê bila bibe wesîleya aştiyê û jiyaneke azad'

Platforma Baweriyan a Mezopotamyayê bi wesîleya Cejna Remezanê peyamek da û xwest, cejn bibe wesîleya aştî, edalet, wekhevî û jiyaneke azad.

Platforma Baweriyan a Mezopotamyayê ku ji Navenda Yekîtiya Komeleyên Êzidiyan (NAV-YEK), Federasyona Demokratîk a Elewiyan (FEDA), Civaka Îslamî ya Kurdistanê (CÎK) û Kongreya Gel a Mezopotamyayê pêk tê, bi wesîleya Cejna Remezanê peyamek weşand.

Platformê xwest, aştî bibe wesîleya aştî, edalet, wekhevî û jiyaneke azad a hemû gel û baweriyan û got, "Em Cejna Remezanê di serî de li gelên me yên Misilman pîroz dikin. Em zanin û dibînin ku nikarin vê cejna pîroz a olî bi dilrehetî û însanî pîroz bikin. Pîrozkirina bi dilrehetî li aliyekî, em cejnê di nava şert û mercên derveyî însanî û zexteke giran de pêşwazî dikin."

Di peyamê de bal hate kişandin ser zext, êşkence û polîtîkayên qirkirinê yên Tayyîp Erdogan li dijî gelê Kurd dimeşîne û hate gotin, "Weke ku rojên dawî jî tê dîtin, li pêş çavên tevahiya cîhanê bi desteka siyastên hegemonîk ên paşverû yên cîhanê, êrîşî Bakurê Sûriyeyê-Rojava û Başûrê Kurdistanê dike, ji bo dagir bike."

Platformê bi bîr xist ku di cewhera hemû ol û baweriyan de mirovahî, jiyana însanî, felsefeya jiyana hevpar, wekhev û azad a bi hev re hene û di vî warî de mînaka Peymana Medîneyê hate dyain.

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku wezîfeya dikeve ser milê wan ew e; felsefeya jiyana hevpar a navbera ol û gelan xurt bikin û rojên pîroz ên mîna Cejna Remezanê jî bikin wesîleya vê yekê.

Di dewama daxuyaniyê de hate ragihandin ku hilbijartin jî beşek ji têkoşînê ye û hate destnîşankirin ku ji bo dawî li zext û zilmê bê anîn, ji bo derba têkbirinê li desthilatdariyê bê xistin, ev hilbijartin dikare bibe amûreke girîng.

Platformê bang li her kesî kir ku li gorî ruhê Cejna Remezanê û Peymana Medîneyê, li dijî zaliman têkoşîna hevpar ji bo avakirina jiyaneke azad û bi hev re, xurt bikin.

Platformê bi vê armancê bang li dengdêran kir ku di hilbijartinên 24'ê Hezîranê de dengekî bidin HDP'ê, yekî jî bidin Demîrtaş û hîn bêhtir mirovan bibin ser sindoqan."