CÎK: Roj roja yekîtiyê ye

CÎK'ê nerazîbûn nîşanî êrîşên dewleta Tirk ên li ser Mexmûr û Şengalê da û diyar kir, li dijî êrîşan divê Kurd bibin yek.

Balafirên şer ên dewleta Tirk doh êvarê bombe li kampa penaberan a Mexmûrê û Şengalê barandibûn û ji ber vê êrîşê li Mexmûrê 4 sivîl şehîd bûbûn. Civaka Îslamî ya Kurdistanê (CÎK) daxuyaniyeke nivîskî da û nerazîbûn nîşanî êrîşên dewleta Tirk da.

Di daxuyaniyê de hate ragihandin, dewleta Tirk û Tayyîp Erdogan bi salan e xwîna gelê Kurd dimêje û hate gotin, "Vampîrên xwînê ên ku bi salan e xwîna gelê me yê mezlûm dimêjin, hêza xwe tenê têra gelê Mexmûrê yê ji ber zilma wan koç kiriye û civaka Şengalê ku ferman lê rabûye, dike."

Di daxuyaniyê de hate ragihandin, DAÎŞ, El Nûsra, Erdogan û dewleta Tirk Tûran yek tişt in û hate gotin, "Erdogan û dewleta Tirk a Tûran hewl didin navê xwe bi xwînê û komkujiyê bidin bihîstin û mirovan bitirsînin, bitepisînin. Gelê me yê mezlûm û leheng wê teqez bi ser bikeve. Çawa ku miletê me mirovahî ji belayê DAÎŞ'ê rizgar kir, bi destûra Xwedê wê Erdogan û dewleta Tirk a Tûran a bûye belayê serê cîhanê, têk bibe."

CÎK'ê diyar kir ku hesabê hemû êrîşan wê were pirsîn û li dijî dagirkeran banga yekîtiyê kir. Di daxuyaniyê de hate gotin, "Ey miletê me yê mezlûm û miletên Kurdistanî, roj ew roj e ku em xaka pîroz a welatê xwe yê cihê bihuştê ye, ji van barbaran rizgar bikin. Roj ew roj e ku em yekîtiya xwe pêk bînin û xurt bikin."