Bi projeya kanê re wê Geliyê Periyê tune bibe

KAYY-DER û Platforma Komeleyên Gêxiyê diyar kirin ku bi projeya lêgerîna kanê re wê ekosîstema Geliyê Periyê ya li Çewligê tune bibe.

Komeleya Civakî, Alîkarî, Pêşçevûn û Çandê (KAYY-DER) a navçeyên Gêxî, Dep, Azarpêr, Xorxol û Çêrme têkildarî Geliyê Perî ku li Çewligê ye û tê xwestin lêgerîna kanê lê were kirin daxuyaniyek nivîskî da. Di daxuyaniyê de hat gotin Şîrketa Metalê ya Kanê ya Çewligê xwestiye li derdora gundê Eskîkavak a bi ser navçeya Gêxî li kanê bigere lê di encama dozê de dev jê berdaye û heman şîrketê vê carê rapora ÇED’ê amade kiriye û qada xebatê bêtir mezintir kiriye.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku wê lêgerîna kanê ya li Geliyê Perî dê bandorê li ser ekosîstemê bike û divê her kes li dijî vê têbikoşe. 

Di daxuyaniyê de hat gotin heke ev lêgerîn pêk were wê xweza û jiyana ajalan talan bibe û ev lêgerîna kanê ji bo rantê tê kirin.Di daxuyaniyê de bang li hemû derdoran hat kirin ku xwedî li Geliyê Periyê derkevin.