Bi milyonan hektar daristan dibe qurbana îthalata Çîn û YE'yê

Li gorî rapora dawî ya WWF'yê mişteriyên ku berhemên daristanî herî zêde dimezêxin Çîn û YE ye ne, ku bi vê her sal bi sed hezaran hektar daristan qir dibe.

Tê zanîn li tevahiya cîhanê her sal beşek girîng ê bi sed hezaran hektar daristanên ku têne tinekirin ji bo berhemên sektorên çandinî û sektorên din tê bikaranîn.  Gelek welat her çendî bibêjin ku ew tenê berhemên 'kanên domdar' îthal û îhraç dikin jî, rastiya kesên ku dibêjin 'dostê avûhewayê û derdorê ne' jî di vê qirkirinê de para wan heye, qet naguhere.

Li gorî rapora dawî ya Rêxistina Parastina Sirûştê ya Cîhanê (WWF) jî, di bazirganiyê da ya berhemên daristanî de mişteriyên ku herî zêde derdikevin pêş Çîn û Yekîtiya Ewropayê ye. Li gorî raporê herî pir Çîn berhemÊn darî bi kar tîne. Para Çînê sed ji 24'an e.

Para welatên YE'yê jî 16 ji 100'î ye. 2017'an beeriya Brexîtê beşek ji berhemên ku 28 welatên yekîtîyê îthal kirine, bi tinekirina 203 hektar daristanî hate hilberandin. Texmîn ew e ku di navbeyna 2005-2017'an de ji ber berhemên ku hatine îthalkirin 3,5 milyon hektar daristan hatiye tinekirin.

Piştî Çîn û YE'yê Hindistan bi rêjeya 9 ji 100'î di bikaranîna berhemên daristanî de di rêza sêyan, DYE jî bi rêjeya 7 ji 100'î di rêza çaran de ye.