Barkêşiya deryayî: Konteynir okyanûsan diherimînin

Rêxistinên hawirdorparêz ên cîhanê diyar kirin, ji ber ku şîrketên barkêşiya deryayî ya navneteweyî bi têrkerî nayên kontrolkirin, bi deh hezaran konteynirên madeyên neçê tê de ne, dikevin nava okyanûsan û avê diherimînin.

Germahiya global û pirsgirêkên gemarîkirina hawirdorê roj bi roj hîn bêhtir li ser paşeroja mirovahiyê dibin metirsî. Ji ber kêmaniya tedbîran, metirsî mezintir dibe. Yek ji van jî qirêjiya ji ber barkêşiya deryayî ya navneteweyî ye.

Her sal di gelek qezayan de li gel petrola ku diherike nava derya û okyanûsan, her wiha konteynirên mezin ên şîrketên barkêşiyê ku te de gelek caran madeyên xetere hene, dikevin nava okyanûsan û ev jî dibe pirsgirêkeke girîng. Li gorî daxuyaniya dawî ku doh ji aliyê Rêxistina Parastina Xwezayê ya Cîhanê (WWF) ve hate dayin, di halê hazir de bi deh hezaran konteynirên mezin li binê okyanûsan e.

Gelek ji van konteyniran ji ber qezayan an jî tevgereke şaş a keştiyan ketine nava derya û okyanûsan. Di hundirê wan de jî madeyên ku ji bo zindiyên li nava avê metirsîdar in, hene. Li gorî Denis Ody ku yek ji rêveberên WWF'ê ye, ev madeyên ku helandina wan a li nava xwezayê bi sedan salî dewam dike, piraniya wan piştî ku parçe dibin ji aliyê masî, balîna û gelek zindiyên li deryayê tên daqurtandin. Ji xwe salên derbasbûyî di medyayê de jî xuya kiribû ku gelek balînayên plastîk û çop daqurtandibûn telef bûbûn.

MADEYA KU BERIYA 40 SALÎ HERIKÎ BÛ NAVA OKYANÛSAN, ÎRO DI ZIKÊ BALÎNA DE DERDIKEVE

Li gel çopa plastîk a ku mirov diavêjin plajan an jî çeman, bi sed hezaran madeyên li hundirê deh hezaran konteynirên ketine nava okyanûsan, dibin metirsiyeke mezin. Denis Ody mînak da û diyar kir ku madeyeke ji bo heywanan bi jehr e û beriya 40 salî herikîbû nava okyanûsê, îsal di nava rûnê balînayekî de hate dîtin.

Yek ji mînakan ew e ku li girava Terschellingê ya Hollandayê Çileya 2019'an ji keştiyeke kargo ya bi navê MSC Zoe 342 konteynir ketin nava deryayê. Li Derya Bakur, di hundirê van konteyniran de alavên malê û pêlîstok hebûn ku bi kîlometreyan li peravê deryayê belav bûbûn.

JI BO HER YEK JI 220 MILYON KONTEYNIRAN CÎHAZA ŞOPANDINÊ

Ji bo parastina okyanûsan ku her roj ji ber çopa plastîk bêhtir gemarî dibe, saziya bi navê Surfrider pêşniyar dike ku kontrol bêhtir bên kirin û tedbîrê pêşîgirtinê bên zêdekirin.

Rêxistina Barkêşiyê ya Navneteweyî (IMO) ya ser bi Neteweyên Yekbûyî jî amadekariyan dike ku di vê mijarê de mekanîzmayeke kontrolê ya berfireh bixe meriyetê. Li gorî daneyên IMO'yê, her sal 220 milyon konteynir bi barkêşiya deryayî derbasî welat an jî parzemekînekê têne kirin.

IMO di danûstandinên meha Gulanê de yên li ser sektora barkêşiya deryayî pêşniyar dike ku li her yek ji konteyniran cîhaza şopandinê bê bicihkirin.