Tulay Hatîmogûllari bang li Enqereyê kir ku serdana Rojava bike
Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari bang li rayedarên hikumetê kir ku serdana Rojava bikin û got, "Ji bo pêvajoya aştiyê baş bimeşe, ev yek wê tevkariyeke mezin bike."
Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari bang li rayedarên hikumetê kir ku serdana Rojava bikin û got, "Ji bo pêvajoya aştiyê baş bimeşe, ev yek wê tevkariyeke mezin bike."
Hevseroka Giştî ya Partiya Demokrasî û Wekheviyê ya Gelan (DEM Partî) Tulay Hatîmogûllari di civîna koma partiya xwe de ya li Meclîsê axivî, bûyerên di rojevê de ne nirxand û xwest, cenazeyê helbestvan Nazim Hîkmet bînin Tirkiyeyê.
Tulay Hatîmogûllari got, "Di vê mijarê de divê gavek bê avêtin. Ji bo avakirina aştiyeke mayinde, di heman demê de ji bo zindîhiştina bîrê û rûbirûbûna bi dîrokê re ev yek girîng e."
Tulay Hatîmogûllari işaret bi bûyerên navneteweyî û herêmî kir û got, "Weke herêmek ku bûye qada têkoşîna hêz û hevrikiyê ya hêzên herêmî û navneteweyî, em her roj ji bûyerên nû re şahidiyê dikin. Bûyerên li Xezeyê diqewimin, weke ku me beriya niha jî got, nuqteya herî kûr a bi êş a mirovahiyê ye. Bûyerên li vê derê diqewimin têkildarî paşerojê bi dersan dagirtî ye."
Tulay Hatîmogûllari bi dewamî got, "Hiqûqa navneteweyî li vê derê veguheriye parçeyekî kaxizê, pîvan tine bûne. Vekirina vê girêka li Fîlîstînê wê gelek mijaran çareser bike û tevkariyê li aramiyê bike. Li aliyê din bi piştgiriya Îngilistan û DYE'yê, bi pêşengiya welatên Kendavê û Îsraîlê dema nû bi şer û krîzan ava dibe. Avaniya jeopolîtîk a herêmê ji pêvajoyeke veguherînê ya kaotîk derbas dibe. Dînamîkên navxweyî, hevsengiyên hêzê û rolên aktoran bi rengekî bingehîn nû dibin. Gotin di cih de be qalik heman qalik e, lê belê nava wê bi lez diguhere.
JEOPOLÎTÎKA KURD DERIYÊ DERKETINA JI LABÎRENTÊ YE
Dema dawî li Rojhilata Navîn sê nuqteyên bingehîn derdikevin holê; pêla hişk a ji bandora hêzên global a li herêmê, nakokiyên hêzên herêmî û krîza temsîlkirina gel. Di çareseriya gelek pirsgirêkên tevlîhev de yên li herêmê jeopolîtîk a Kurdan bi roleke diyarker radibe, deriyê derketina ji labîrenta Rojhilata Navîn e. Yên ku vî derî ji nedîtî ve bên mehkûm in ku di nava vê labîrentê de winda bibin. Ji ber vê yekê ji bo Tirkiye, Sûriye, Iraq, Îran û tevahiya herêmê girîngiya realîteya Kurd bi rengekî dîrokî careke din derdikeve pêşiya me.
DIVÊ TIRKIYE SERDANA ROJAVA BIKE
Rewşa jeostratejîk û rabirdûya dîrokî ya Tirkiyeyê rola wê ya li herêmê gihandiye asteke hîn krîtîk. Gelekî girîng û pêwîst e ku Tirkiye êdî bi rola pêşeng û navbeynkar a aştiya herêmê û çareserkirina pirsgirêkan rabe. Pêwîstiya herêmê bi vê heye. Ev nêzîkatî wê hem bi kêrî civaka Tirkiyeyê bê hem jî tevkariyeke mezin li aştiya herêmê bike. Em ji dil û can ji vê yekê bawer dikin. Mînak; Tirkiye dikare serdana Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bike, rêveberiyên ji wê derê jî li Enqereyê yan jî Rojava vehewîne.
EV YEK NE TENÊ JI BO AŞTIYA NAVXWEYÎ YA TIRKIYEYÊ YE...
Ji bo pêvajoya aştiyê bi gavên baş bi pêş ve biçe, ev yek wê tevkariyeke mezin bike. Ev yek ne tenê ji bo aştiya Kurd û Tirk e, ne tenê ji bo aştiya navxweyî ya Tirkiyeyê ye. Em careke din bi girîngî destnîşan dikin; em vê mijarê gelekî girîng dibînin û her carê tînin ziman. Ev gavên bêne avêtin wê tevkariyeke mezin li aştiya Tirkiye û herêmê bike. Em careke din banga xwe dubare dikin; werin em aştiyê bi hev re ava bikin. Di heman demê de aştiya herêmê bi hev re ava bikin. Werin em Tirkiyeyeke demokratîk û komareke demokratîk bi hev re ava bikin."