Armancên 2030'î yên ji bo pêşveçûnê êdî xeyal in

Ji ber zêdebûna nifûsa mirovan û bikaranîna çavkaniyan bi rengekî neçê, tê dîtin ku armancên sala 2030'î yên ji bo afirandina cîhaneke birçîbûn lê nîne, nepêkan e.

Di rapora dawî ya Rêxistina Çandinî û Xurekê ya Cîhanê (FAO) de, ku ser bi Neteweyên Yekbûyî ve ye, di mijara ewlehiya çandinî û xurekê û bikaranîna çavkaniyên xwezayî de işaret bi pirsgirêkên cidî hene. Rapor, ji bo Armancên sala 2030'î yên Pêşveçûnê ku qedandina birçîbûnê ya heta sala 2030'î jî weke armancekê di nav de ye, mîna raporeke nirxandinê ya duyemîn e.

Li gorî raporê, sala 2019'an li cîhanê 700 milyon kes, yanî 8.9 ji sedî yê nifûsa mirovan birçî bûn. Ev rêje li gorî salek beriya xwe bi 10 milyon kesî, li gorî 5 sal berê jî bi 60 milyon kesî zêde bûye.

Di heman raporê de hate destnîşankirin ku bi taybetî îsal ji ber şewba Covîd-19 wê birçîbûn bibe pirsgirêkeke girantir.

PÊŞVEÇÛN TÊRKER NÎNE

Di raporê de hate ragihandin ku pêşketina li qadên çandinî û xurekê hîn jî gelekî kêm e û ihtimala pêkhatina 'Armancên Pêşveçûnê' bi rengekî cidî tê lêpirsîn. Li gorî raporê cîhan 'gelekî dûr'î pêkanîna vê armancê ye.

Di raporê de hate ragihandin ku ji aliyê ewlehiya çandinî û xurekê, bikaranîna bi rengekî rast a çavkaniyên derya, xweza û xwarinê de kêmasiyên mezin hene.

ŞEWB REWŞÊ GIRANTIR DIKE

Di raporê de hate destnîşankirin ku pirsgirêka birçîbûnê ya li cîhanê wê îsal girantir bibe û hişyarî da ku dikare ji armancên 2030'î bêhtir dûr bikevin.

Di raporê de hate gotin, "Krîza ku niha ji ber şewba Covîd-19 li qadên tenduristî, aborî û civakî diqewime, gefê li derfetên jiyanê dixwe û ev rewş zehmet dike ku armancên pêşveçûnê yên ji bo sala 2030'î bên bicihanîn."

Pirsgirêkên sereke ku FAO'yê bal kişande ser wan ew e ku ji 22 armancên pêşveçûnê tenê di yekê de pêşketin çêbûye û di 4'an de jî 'heta astekê başbûn' çêbûye. Lê belê 11 ji armancan jî ji ber daneyên kêm nikarin bên pîvan.

Li gorî vê yekê li cîhanê bi taybetî di mijar açavkaniyên xurek û çandiniyê de ji aliyê rêvebirinê ve derengiyeke cidî heye. Ev pirsgirêk di bikaranîna çavkaniyên deryayî û daristanî jî de jî der bûye. Her wiha hate ragihandin ku bikaranîna çavkaniyên avê û daristanan gelekî nebaş e û di asta 'fikaran' de ye.