Anzele bi zarokan şên bûye

Çemê Anzele yê li navçeya Sûr a Amedê her sal vî çaxî zarokan li dora xwe dicivîne. Ava ku weke derman tê dîtin, bi zarokan şên bûye.

Çemê Anzele ku heta salên 1950'î yek ji girîngtirîn çavkaniyên avê bû, bi biharê re şêniyên herêmê bi taybetî zarokan li xwe dicivîne.

Çemê Anzele ku ava wê ji kaniyên quntara çiyayê Qerejdaxê dizê, ji binê sûrên Çîftkapi yên li taxa Îskenderpaşa û Dabakhaneyê derbas dibe, ji Bexçeyên Hewselê diherike Çemê Dîcleyê.

Ayn-i Zelal (Kaniya Zelal) ku di nava gel de bi navê Anzele tê naskirin, demeke dirêj çavkaniya herî girîng a bajêr bû. Anzele di berhema Seyehatnameya Evliya Çelebî û gelek nivîskaran de derbas dibe.  Tê gotin ku ava Anzele dermanê gelek nexweşiyên mîna gurî û ta ye.

JI QUNTARÊN QEREJDAXÊ DIGIHÊJE ÇEMÊ DÎCLEYÊ

Çemê Anzele ku ava wê derman e û wextekê gelek cûreyên masiyan tê de bûn, her sal vî çaxî dibe diyarê zarokan ku lê dicivin. Zarokên ku li Parka Anzela ya li navçeya Sûrê li hev dicivin, bi germbûna dinyayê re dikevin çemê Anzele û xwe hênik dikin.

Selahattîn Huseyînoglû yê 62 salî ku berê li taxa Îskenderpaşayê dima û timî tê ber çem diyar kir ku ava ku ji quntarên Qerejdaxê dizê û bi kîlometreyan diherike, şîfayê dide dilê Kurdistanê. Huseyînoglû got, "Ez li taxa Îskenderpaşa mezin bûm û 62 sal in her hefte têm li Anzeleyê temaşe dikim. Berê gelek cûreyên masiyên mezin hebûn. Lê niha masî lê kêm bûne. Ji ber ev av ji Qerejdaxê tê, dermanê gelek nexweşiyan e."

Zarokê bi navê Veysî Mûrat ê 10 salî anî ziman ku ew gelekî ji Anzeleyê hez dike û got, "Xwezî qet nebûya zivistan û karîbûma her tim biketibûma birkê. Mala me li Melîk Ahmet e. Her hefte du caran têm Anzeleyê. Di birkê de masî hene. Berî 15 rojan hatim, masiyên gelekî mezin hebûn. Ji tirsan neketim birkê. Lê niha masî çûne. Êdî dikarim bikevim birkê."