Amazon heta 2070'yî dibe ku bi temamî tine bibin

Li gorî xebata ku zanyaran kirî, dibe ku 50 salê pêşiya me mirov nikaribe pêşî lê bigire ku Amazon bi temamî tine bibe.

Li gorî lêkolînekê ya ku di kovara Nature Communîcatîonsê de weşiyayî, ji daristanên Amazona ku li 5,5 milyon kîlometre bi dirêjî û berfirehiyê berbelav bûye, di 50 salê dawî de 1 ji 5'an tine bûye. Li gorî lêkolînan qadên daristanî ji bo rûnê darên soya, palmiye, her wiha ji bo endûstriya daran, sotemeniya biyo û xwedîkirina dewaran tê tinekirin.

Yek ji pisporê ku di lêkolînê de cih girtî, ji Zanîngeha Bangorê Sîmon Wîllcock got, ji bo pêşî li tinebûna Amazonan were girtin, ku ji 1970'î û vir ve 20 ji 100'ê wê hatiye tinekirin, got, divê mirov neyê ser, ''cihê ku êdî mirov nikaribe jê vegere.''

Li gorî pisporan heke 35 ji 100'î yê Amazonan tine bibe êdî mirov dikare pêvajoya hilweşînê ya ku mirov nikare jê veger.  Heke bi vî rengî bidome ber bi 2070'yî ve li şûna daristanên Amazonê wê savanayên bi avûhewaya ziwa hebe.

MERCANÊN KARAYÎPAN PIŞTÎ 15 SALAN WE NEMÎNIN

Di eynî lêkolînê de komkujiyeke dî ya sirûştê li Mercanên Karayipê ye.  Pispor dibêjin heke germbûna gloal li gorî rêja serdema beriya sanayibûnê 1,5 pîleyî z êde bibe resîfên mercanan ên li Karayipan di nav 15 salan de wê tine bibin. Germbûna global li gorî beriya serdema sanayîbûnê bi rêjeya 1 pîleyî ye û gelek îşaret hene ku salên pêş ev ê zêde bibe.

Li gorî pisporên ku îmzeya wan li ser lêkolînê heye ji hêlêkê ve ji ber bandora germbûnê şewatên li daristanan zêde dibin, ji hêla din ve jî ji ber sedemên aborî bi tinekirina qadên daristanî kardondîoksîtên ku dibine sedema germbûna global wê ber bi atmosferê ve werin berdan.

Tê texmînkirin, Amazon ku jê re ''kezea cîhanê'' tê gotin ji beriya 58 milyon salî çêbûne. Amazon xwedî daristanên herî berfireh û tropîkal e. Amazon her wiha li 7 welatan ji bo bi dehan milyon mirov kana debarê ye.