BI DÎMEN

Şoreş Alan: Em ê têkoşîna şehîdên sêdarê bigihînin serketinê

Endamê Fermandariya YRK’ê Şoreş Alan, di şexsê şehîdên sêdarê Şirîn Elemhûlî, Ferzad Kemanger, Ferhad Wekîlî, Elî Heyderyan û Mihdî Îslamyan hemû şehîdên meha Gulanê bi bîr anî û got, "Em ê têkoşîna şehîdên sêdarê bigihînin serketinê."

Endamê Fermandariya Yekîneyên Parastina Rojhilatê Kurdistanê YRK’ê Şoreş Alan li ser wateya meha Gulanê û salvegera 14’emîn a darvekirina Şîrîn Elemhûlî, Ferzad Kemanger, Ferhad Wekîlî, Elî Heyderyan û Mihdî Îsllamyan ji ANF’ê re axivî û tevahî şehîdên meha Gulanê bi rêzdarî bi bîr anî.

Fermandarê YRK’ê Şoreş Alan, di serî de got, “Em di nava meha şehîdan meha Gulanê de ne. Di serî de di kesayeta hevrê Şîrîn Elemhûlî, Mamosta Ferzad Kemanger,  Elî Heyderyan, welatparêzê bi nirx Ferhad Wekîlî û di kesayeta welatparêzê Faris Mihdî Islamyan ku di 9’ê Gulana 2010 an de li zindana Evîn ya Tehranê hatin sêdarekirin. Di kesayeta hevrê Xoşmêr Sine, Şahîn Dalaho, Zozan û Nûpeldeyan ku di 5’ê Gulana heman sal de li Dalaho bi Komployekê hatin jehrkirin, şehîd ketin û di 21’ê Gulana 2015’an de dîsa em nêzî salvegera şehadeta Fermandara me hevrê Kawenda û di şexsê hevrêyên ku pê re şehîd bûne hevrê Axîn, Berçem û Bedran dibin. Di şexsê van şehîdan de em hemî şehîdên meha Gulanê û şehîdên ji bo Azadiya Kurdistanê canê xwe feda kirine bi rêz û hûrmet bi bîr tînin, soz û peymana xwe ya ji wan şehîdan re dubare dikin. Heta dawî em ê têkoşîna xwe bi hêz bigihînin serketinê.”

Fermandarê YRK’ê Şoreş Alan, der barê wate û girîngiya meha Gulanê de ev tişt anîn ziman, “Bê guman di têkoşîna gelê me de meha Gulanê wek meha şehîdan dîrokekî xwe yê dûr û dirêj heye. Ev meh hem ji hêla tevgera Azadiyê, hem ji hêla gelê me ve wek meha şehîdan hatiye diyarkirin. Ji ber ku di her rojeke vê mehê de şehadetek me çêbûye. Ev şehîd weke pêşeng weke nasnameya gelê me ne. Ji bo ku gelê Kurd li dijî dagirkeriyê azadiya xwe bi dest bixe, serkeve û yekîtiya xwe li Rojhilata Navîn ava bike, berdêl tên dayîn.

Di serî de şehadetên di zindana Evîn de, em dîsa bi rêz bi bîr tînin. Bi taybetî di kesayeta hevrêya me Şîrîn Elemhûlî de ku helwestekî bi nirx û şoreşgerî li beramberî dagirkeran nîşan da. Bi helwesta xwe da diyarkirin ku jinên Kurd dikare wekî di dema xwe ya despêkê de nasname û çanda xwe biparêz e. Di nava zindanê de jî li ser xeta Leylayan û Sarayan pêşengtî kir û li beramberî zordaran û bê kerametirîn dagirkeran sekinî û bi vî rengî kesayeta xwe parast û bû sembola berxwedanê li beramberî desthiladariya paşverû ya rêjîma sêdarê. Ji ber wê hevrê Şîrîn Elemhûlî îro bûye pêşenga jina azad, bûye pêşenga şoreşa jin Jiyan Azadî. Nasnameyek qezenc kiriye û bi wê nasnamê di nava dilê hemî gelê Rojhilatê Kurdistan, Îranê û Kurdistanê de dijî.

Her wiha mamosteyê rewşenbîr, pêşengê zarokên Kurdistanê mamoste Ferzad Kemanger ku bi helwesta xwe ya rewşenbîrî û welatparêziyê li dijî rejîma sêdarê heta dawî li ber xwe da. Nîşan da ku pêwîste rewşenbîrî li Kurdistanê çawa be. Dîsa nîşan da ku mamostayek pêwîste çawa pêşengatî bike û ji şagirtên xwe re bibe rêber. Ev yek da diyarkirin û heta nefesa xwe ya dawî ji bo serketina nasnameya Kurdîtî û Kurdistanê têkoşîn kir. Ji ber vê bû pêşengê mamostê zimanê Kurdî.

Dîsa hevrê Elî heyderyan di heman demê de weke pêşengekî şoreşger di Kurdistanê de li beramberî komploya navneteweyî ya li ser Rêber Apo di sala 1999’an de helwest da raberkirin û beşdarî nava refên Gerîla bû. Bi serfirazî têkoşîna gerîla da rêvebirin û di dema xwe ya dîlgirtinê de jî li zindana Evîn li ser heman helwesta xwe ya şoreşgerî meşiya û heta dawî diyar kir ku, ser dide lê sir nade. Li dijî hemû rengên êşkenceyan têkoşîna xwe berdewam kir û şehîd bû.

Dîsa bavê hêja û welatparêzê rewşenbîr ê bajarê Sine, kak Ferhad Wekîlî. Tevî ku xwedî malbat û zarok bû. Lê belê di rêya azadiya Kurdistanê de li dijî rejîma sêdarê têkoşiya û her tiştê xwe fedayî welatê xwe kir. Bi wî rengî bû nimûneyekî welatparêzî, bû nimûneyekî rewşenbîriyê û bû nimûneya bavekî ku îroj di Kurdistanê de wek sembolek bê dîtine. 

Bi wan re dîsa welatparêzê Fars Mihdî Îslamyan ku bi hev re şehîd bûn û hatin sêdarkirin. Her pênc bi hev re bûn helwest û îradeyekî Kurdistanî û Îranî. Di kesayeta wan de têkoşîna îradeya Jinên Azad, têkoşîna rewşenbîrî û welatparêzî bi ser ket.”

Fermandarê YRK’ê Şoreş Alan, behsa êrîş û zextên dewleta Îranê kir û wiha got, “Di salvegera 14’mîn ya sêdarekirina van pêşeng û şoreşgeran de pêwîste xwedî derketineke dîrokî li wan were kirin. Her welatparêzek dizane ku cihê van şehîdan di têkoşîna li dijî rêjîma sêdarê de bi çi rengî ye û xwedî nirxekî çawa mezine. Pêwîste neyê jibîr kirin ku cenazên van pêşengên li dijî rêjîma sêdare li ber xwe dane, hîn jî di destê dagirkeran de ye. Weke gelê Kurd, weke pêşengên têkoşîna li dijî rêjîma sêdarê, me nekariye cenazên wan hevrêyan ji dagirkeran bigrin. Her wiha di kesayeta wan hevrêyan de, em dixwazin behsa vê jî bikin. Ji sala 2005’an heta roja îro dewleta Îranê, dewleta sêdarê cenazeyê hevrêyên me ne daye me û malbatên wan. Ev nêzî 19 sal in li ser malbatên welatparêz û xwedî helwest yên Kurdistan li Rojhilatê Kurdistanê şerekî derûnî dide meşandin. Ji ber wê pêwîste em li beramberî Îran, xwedî helwestekî welatparêz bin. Eger Îran heta îro di helwesta xwe de israr dike hewce dike, em jî heta dawî di ya xwe de bi israr bin û têkoşîn bikin. Di vê mijarê de pêwîste helwesteke me ya giştî hebe. Li dijî rejîma sêdarê divê têkoşîna me ya ku bi salan e dewam dike hîn xurtir bibe.

Gelê me pêwîste baş bizane ku dewleta Îran îro komkujiyan bi rêbaz û şêwazê cuda li ser civakê û bi taybet li ser jin û ciwanan dide meşandin. Komkujiyên ku di zindanan de bi rêya êşkencê, zextên derûnî pêk tîne dibin sedema ku em xwedî helwest bin û têkoşîna xwe ya li dijî rêjîma sêdarê berdewam bikin. Di salvegera 14’mîn ya şehîdên sêdarê de pêwîste ev neyê ji bîr kirin. Eger îro mirovên Kurd û kesayetên ku li beramberî rêjîma sêdarê xwedî helwest bin dikarin vê têkoşînê derxin asta herî jor. Eger ku yekîtiyekî fikir û ruh ya me hebe, em dikarin wê demê pêşî li sêdareyên ku pêş dikevin bigrin.

Şoreş Alan di dawiyê de jî qala rêbazên namerdane yên rejîma li dijî gerîlayan kir û wiha got, “Dewleta Îran dil û cesareta xwe nîne ku biçe li ser tîmeke gerîla. Lê bi rêbazên jehrkirin, plangerî û komployan dixwaze pêşî li têkoşîna di Kurdistanê de bigre. Di kesayeta pênc hevrêyên me li Dalaho, piştî wê di sala 2016’an de jî dîsa li dalaho 12 hevrêyên me bi heman rengî hatin jehrîkirin û xwestin nîşan bidin ku çiqasî serketî ne. Lê belê ev yek bi tenê lawaziya rêjîma paşketî dide nîşandan, di nava şer de çiqas bê bext, bê keramet û bêşerefe nîşan dide. Ji ber wê ew hevrêyên me yên ku dixwestin li Dalaho çanda Yarisan biparêzin û di heman demê de ji bo parastina gelê me yê Kirmaşan û Dalaho li wir diman û têkoşîn didan meşandin, bûn nasnameyek ji bo Dalaho, bûn nasnameyek ji bo ew kesên ku xwedî baweriyeke taybet in. Li aliyekê bi baweriyeke xurt têkoşîna xwe dan meşandin, ji ber wê ew şehîd hem şehîdên baweriya Yarisan in, hem jî şehîdên gelê Kurdin. Şehadetên me li Dalaho dane heta dawî bi nirxin. Ji ber ku di rêya azadiya Kurdistan û di rêya bîr û baweriyên cuda de canê xwe feda kirine. Di kesayeta şehîdên me yên Dalaho de, em hemû şehîdên ku ji bo pêşketina xebat û têkoşîna li Rojhilatê Kurdistan û Îranê de canê xwe feda kirin e, hemû şehîdên Kurdistanê bi bîr tînin û diyar dikin ku em ê heta dawî têkoşîna wan bighînin serketinê.”