Zûrabîçvîlî: Gurcistanê Ewrûpa hilbijart

Serokkomara nû ya Gurcistanê Salome Zûrabîçvîlî diyar kir ku welatê wê Ewrûpa hilbijartiye.

Roja Çarşemê di hilbijartina serokkomariyê de Zûrabîçvîlî ji 59 ji sedî zêdetir derng stend. Zûrabîçvîlî got ku, “Niha girîng e ku vî welatî çima Ewrûpa hilbijartiye. Ji ber vê jî Gurcistaniyan jineke Ewropî hilbijartine.”

Di hilbijartinan de Bîdzîna Îvanîçvîlî yê milyarder piştgiriya Zûrabîçvîlî kir û li hemberî wê jî namzetê koalîsyona partiyên mûxalefetê Gîrgol Vachadze hebû. Di tûra pêşîn de encam wekî hev bû lê di tûra duyemîn de Zûrabîçvîlî bi ser ket.

Ev hilbijartina dawîn a serokkomariyê bû ya ku beriya derbasî rejîma parlementer bibin. Serokkomarî cihekî sembolîk be jî, beriya hilbijartinên giştî yên sala 2020’an wekî azmûnekê bû.

Zûrabîçvîlî ya ku dîplomateke kevn e beriya ku bibe serokkomar demeke dirêj li Wezareta Karê Derve ya Fransayê de xebitîbû.