Zeîd bang li Îsraîlê kir: Dev ji vê bêhiqûqiyê berdin

Komîserê Bilind ê Mafên Mirovan ê Neteweyên Yekbûyî Zeîd Ra’ad Husseîn, bang li Îsraîlê kir ku li hemberî zagonên mafên mirovan ên navneteweyî bi hurmet bin.

Husseîn bal kişand ser rewşa girtiyên Filîstînî yên di greva birçîbûnê de û destnîşan kir ku divê daxwazên girtiyan bi cih werin.

Komîserê Bilind ê Mafên Mirovan ê Neteweyên Yekbûyî Zeîd Ra’ad Husseîn di daxuyaniyê de bang li Îsraîlê kir ku divê daxwazên girtiyên Filîstînî  bi cih werin û yên di girtîgehên Îsraîlê de ji bo başkirina şertan, ketine greva birçîbûnê.

Husseîn bibîr xist ku ji hezarî zêdetir girtiyên Filîstînî di girtîgehên Îsraîlê de ne ketine greva birçîbûnê û divê hikûmeta Îsraîlê dev ji polîtîkayên xwe yên pêkutiyê berde. Husseîn diyar kir ku mafên girtiyan ên navneteweyî ji aliyê hikûmeta Îsraîlê li ser girtiyên Filîstînê nayên bicihanîn û got ku rewşa gelek girtiyan ber bi nebaşiyê ve diçe.

Husseîn destnîşan kir ku a niha nêzî 6300 Filîstînî di girtîgehên Îsraîlê de ne û polîtîkayên hikûmeta Îsraîlê ya li ser girtiyên Filîstînê dûrî peymanên navneteweyî ne.