Zêdeyî nîvê Îngilîzan dixwazin li nava Yekîtiya Ewropayê bimînin

Li gorî anketekê ku beriya dengdana li ser Brexîtê ya li parlamenta Îngilîstanê hate kirin, piraniya Îngilîzan dixwazin di nava Yekîtiya Ewropayê de bimînin.

Şîrketa BMG Researchê ji bo rojnameya The Îndependentê anketek amade kir û li gorî encamên anketê, 52 ji sedî yê Îngilîzan dixwazin li nava Yekîtiya Ewropayê bimînin.

Şîrketa lêkolînê diyar kir, ji ber ku hikumeta Theresa May bi Yekîtiya Ewropayê re li ser peymaneke têrker li hev nekir û fikarên li ser bandora giran a derketina ji Yekîtiyê li ser aboriya welêt, meyla mayina li nava Yekîtiya Ewropayê zêde bûye.

BMG'ê nêrîna 1500 kesî girt û 52 ji sedî yê beşdaran gotin, ew dixwazin li nava Yekîtiya Ewropayê bimînin, 40 ji sedî jî xwestin, ji nava Yekîtiyê derkevin. 8 ji sedî yê beşdaran nêrîna xwe eşkere nekirin.

Di lêkolînên beriya niha de rêjeya alîgirên Yekîtiya Ewropayê 47-49 ji sedî bû. Lêkolîna The Îndependetê nîşan da ku hejmara alîgirên Yekîtiya Ewropayê cara yekê ye ku zêde bûye.

Beşdaran, performansa Serokwezîr May a di pêvajoya Brexîtê de nirxand. Li gorî encamên lêkolînê, 44 ji sedî yê Îngilîzan diyar kirin ku May bi performanseke nebaş rabûye, 27 ji sedî jî gotin, performansek ji vê baştir nedibû.

Rêjeya kesên ku dibêjin; eger plana May ji aliyê parlamentê ve neyê qebûlkirin divê îstifa bike, 43 ji sedî ye.