Zarok ji zarokatiyê bêpar hatine hiştin

Li gorî rapora nû ya saziya navneteweyî ya bi navê "Save the Children", bi sed milyonan zarokên li gelemperiya cîhanê ji zarokatiyê bêpar hatine hiştin.

Di raporê de daneyên 175 welatan hatin nirxandin û hate lêkolîn bê li kîjan welatî hurmet ji mafên zarokan re tê nîşandan û zarok dikarin zarokatiya xwe bijîn an na. Li gorî raporê, beşeke girîng a 1,2 milyar zarokên li gelemperiya cîhanê di nava şert û mercên gelekî nebaş ên jiyanê, ya jî di nava rewşeke xetere de dijîn.

Save the Children destnîşan kir ku bi sedan milyon zarok ji ber xizaniyê nikarin biçin dibistanê yan jî dikarin tenê biçin polên destpêkê. Beşeke girîng jî neçar hatine hiştin ku bixebitin.

DI NAVBERA WELATÊN HERÎ BAŞ Û HERÎ NEBAŞ DE FERQEKE GELEKÎ MEZIN HEYE

Di raporê de, di ser hezarî re pûan ji welatan re hate dayin û pûana herî nebaş jî 388 e ku ji Nîjerê re hatiye dayin. Pûana herî baş jî 987 e û ji Sîngapûrê re hatiye dayin. Rapor li gorî van krîteran hate amadekirin: Rêjeya mirinê ya zarokên kêmî 5 salî, kêmaniya xwarinê ya zarokên kêmî 4 salî, derfetên xwendinê, rêjeya karkerên zarok, zewaca di emrê zarokatiyê de, rêjeya ducanîbûna zarokan, hejmara zarokên ji ber şer ji cih û warê xw ebûne û kuştina zarokan.

Di raporê de hate ragihandin, welatên ku zarok lê bi kêf û xweşî dijîn, Sîngapûr, Slovenya û Norwêc in. Swêd, Fînlandiya, Îrlanda, Hollanda, Îzlanda, Îtalya, Koreya Başûr, Portekîz û Qibris jî di rêzên destpêkê de cih digirin.

Li gorî raporê, bi giranî li welatên rojavayî, li Ewropa û Bakurê Amerîkayê zarok kêfxweş in. Ji Japonya, Koreya Başûr, Bahreyn û Qûweytê jî 940 pûan hate dayin û bi vî rengî cihê xwe di nava 39 welatên destpêkê de girtin. Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) di rêza 36'an de cih digire.

TIRKIYEYÊ CIHÊ XWE DI RÊZA 64'AN DE GIRT

Di nava 175 welatan de Tirkiyeyê cihê xwe di rêza 64'an de girt. Di vê mijarê de bi Ermenîstan, Srî Lanka, Kuba, Malezya, Koreya Bakur û welatên Asya Navîn re di heman astê de ye.

Welatên ku rewşa zarokan lê gelekî nebaş in jî; Nîjer, Malî, Komara Afrîka ya Navîn, Çad û Sûdan e. Somalî, Nîjerya, Gîne, Sîerra Leone, Kongo, Bûrkîna Faso, Mozambîk, Angola, Morîtanya û Madagaskar di rêzên dawî de cih digirin.