Zarîf: Wê bi DYA’yê re şer çênebe

Wezîrê Karê Derve yê Îranê Muhammed Cewad Zarîf, diyar kir ku bi DYA’yê re şer çênabe.

Her ku diçe têkiliyên di navbera DYA û Îranê de xirabtir dibin û bi vê re têkildar, li Kendavê tevgera leşkerî zêde dibe.
Li gorî agahiya ajansa nûçeyan Îrna’yê Wezîrê Karê Derve yê Îranê, di serdana xwe ya li Çînê de axivî û got, “Wê şer dernekeve, lewma em naxwazin û li herêmê ti kes ne xwedî wê fikrê ye ku derkeve pêş Îranê.”
Dawiya hefteyê, li deryaya Yekîtiya Emîrtiyên Ereban, li dijî çar keştiyan çalakiya sabotajê pêk hatibû û piştî wê rageşiya di navbera DYA û Îranê de zêde bibû. Çalakiya ku bi Dronan pêk hatî, Hûsiyên Şîa yên Yemenê girtibû ser xwe. Di derbarê bûyerê de, Erebistana Sûûdî û Yekîtiya Emîrtiyên Ereban, Îranê sûcdar dikin.
Roja înê, Muhammed Salih Cokar ê têkiliya wî bi Muhafizên Şoreşê yên Îranê heye, di daxuyaniya xwe ya li parlamentoyê de gotibû, “Fuzeyên me yên menzîlkurt jî digihijin keştiyên Emerîkayê yên şer ên li Kendavê.”
Serfermandarê Îranê Ebdulrahîm Mûsawî jî got, “Heke hesab an jî stratejiyên şaş bikin, em ê wan poşman bikin.”