Zarîf: Êrîşa li Kendava Omanê biguman e

Wezîrê Karê Derve yê Îranê Cevad Zarîf got, di demeke wiha de ku Serokwezîrê Japonyayê Shînzo Abe ji bo kêmkirina rageşiya li herêmê li Tehranê ye, êrîşa li Kendava Omanê ya li ser keştiyan pir biguman e.

Mihemed Cevad Zarîf li ser Twîtterê daxuyanî da, got, êrîşa li ser du keştiyên petrolê ya li Kendava Omanê dema ku Serokê Japonyayê Shînzo Abe serdana Tehranê kirî, biguman e.

Zarîf ji bo şayesandina vê êrîşê got, ''peyva 'biguman' jî têrê nake''.

Yek ji keştiya ku êrîş çûyî ser ya Japonyayê ye. Êrîş roja Pêrşemê du ketiyên petrolê yên li Kendava Omanê kiribûn hedef.

Patronê şîrketa deryayê Yukata Katada, Kokuka Sangyo li Tokyoyê daxuyanî da û got, tîma keştiya Kokuka Caourageous ji bo ku xwe ji êrîşan bide alî xwe dûr xistiye lê piştî bi 3 saetan dîsa êrîş çûye ser. Sangto got keştiye li herêmê tîma keştiyê ku ji 21 kesan pêk tê xilas kirine.

Hate gotin keştî li herêmê ye û talokeya ku noq bibe tine. Keştiya dî ya ku êrîş çûyî ser ya koma Frontlîne ya  Norwêçê ye. Hate gotin di vê keştiyê de jî kesekî birîndar tine.

Ajansa fermî ya nûçeyan a Îranê IRNA got 44 deryabazên di keştiyan de ji hêla Îranê ve hatine xilaskirin û ew gihandine peravê. IRNA îdîa kir ku keştiya bi navê Front Altaîr noq bûye lê şîrketa Frontlîne ev gotin piştrast nekir. Piştî nûçeyên êrîşê bihayê petrolê zêde bû.