Yewnanîstan ji peyama YE'yê ya têkilî Enqerê xweş e

Serokwezîrê Yewnanîstanê Kirîakos Mîçotakîs ragihand ew ji peyama 'biryardar' a Yekîtiya Ewropayê (YE) ya têkilî Tirkiyê xweş in.

Serokwezîr Mîçotakîs got, ''YE'yê duh peyamayekîtiyê, hevgirtinê û biryardariyê'' da.

27 dewletên endam ên YE'yê Pêrşemê li Brkselê kom bûn. Li navenda civînê Tirkiyê heye. Civîn îro jî didome.

Mîçotakîs got, ''YE'yê ragihand rawestandina hemû tevgerên yekalî şertê sereke yê başbûna danûstandina di navbeyna YE'yê û Tirkiyê de ye. Ev bi dilê me hemûyan bû.''

Li ser pirsa, ''Heke Tirkiye van tevgerên xwe yên hêrsokî bidomîne wê encam çi bibin'', Mîçotakîs got, ''Yewnanîstan ji encamên civînê xweş e.''

Yekîtiya Ewropayê di civînê de li şûna ku biryara ambargoyê bistîne dengê xwe li Tirkiyê kir, mijar Kanûnê wê dîsa were rojevê. Di civînê de ser Enqerê du nêzîkatî hatin danîn: Başkirina hin hevkariyan û destpêkirina Yekîtiya Gumrikê. Lê ev du xal jî bi vî şertî hatine danîn ku Tirkiye dawî li xebata sondajê ya derasayî ya li peravên Qibrisê bîne.

Seroka Komîsyona Ewropayê Ursula von der Leyan got heke Tirkiye 'tevgerên deryasayî' bidomîne wê YE'yê, 'hemû enstrûmanên li dest bişixulîne.''

Leyen got Komîsyona Ewropayê hatiye peywirdarkirin da ku ambargoyên aborî geş bike û diyar kir, ''hazir e ku di cih de were şixulandin.''