Yemen ber bi kaosê ve: Şer, hejarî, nexweşî berbelav dibe

Şefê operasyonên mirovî yê Netweyên Yekbûyî (NY) diyar kir ji ber sedema şer, hejarî, koleraya kujer Yemen ber bi têkçûnê ve diçe.

Stephen O’Brîen li ber Konseya Ewlekariyê ya NY’yê daxuyanî da û got, dema wê hatiye ku dawî li krîza têrbûnê ya herî lezgîn a dinyayê bînin û bikin ku li Yemenê mirov bikaribin li ser piyan bimînin.

Berpirsê karê mirovî yê NY’yê got, ‘’krîz niha li ber çavê me ye û mirovên jirêzê berdêla vê didin’’
Rayedar diyar kir, gelê Yemenê li ber çavê dinyayê neçarî hejarî, nexweşî û mirinê hatiye kirin.

O’Brîen diyar kir krîza hatiye wê astê ku ji hêla aborî, civakî ve ev welatê hejar bi sazbûmanî hilweşe.
Konseya Ewlekariyê ew zîrektî nîşan neda ku aliyên şerê navxweyî bîne cem hev.

Welat ev 2 sal in şerekî giran dijî.

Li hêleke şer Siûdî û hikûmeta Yemen û li hêla dî jî Husiyên Şiî hene.

Ji Adara 2015’an ve ku bi destwerdana Koalîsyona Ereb a bi pêşengiya Siûdî dest pê kirî, ji 10 hezarî zêdetir mirov hatine kuştin.

Paytext Sana û qadeke berfireh di destê Husiyan de ye. Husî ji Îranê destekê distînin. Ji destpêka şer ve 17 milyon kes bi zorê zad peyda dikin. Ji van 7 milyon bi zorê zikê xwe têr dikin. Welatê hejar Yemen di mijara zad de bi asteke zêde girêdayî derve ye.

Li gel hejariyê, bi şer re nexweşiya kolera jî çêbû. Li gorî NY’yê 500 kes ji kolera mirin, nexweşî di 55 hezar 206 kesî geriya. Ji van jî ji 3 paran 1 jê zarok in. NY’yê diyar kir di nav şeş mehan de ev hejmar wê bibe 150 hezar.