Yekîtiya Ewropayê wê bi Ûkrayna û Moldovayê re dest bi muzakerên tevlîbûnê bike

Serokatiya Demê ya Belçîkayê ya Konseya Yekîtiya Ewropayê (YE) daxuyaniyek li ser tora X’ê da û diyar kir ku 27 welatên Yekîtiya Ewropayê wê roja Sêşemê bi Ûkrayna û Moldovayê re dest bi muzakereyên tevlîbûnê bikin.

MUZAKEREYÊN TEVLÎBÛNÊ

Wezîrên maliyeyê yên YE’yê roja Şemiyê li Luksembûrgê hatin ba hev, çarçoveya muzakereyên bi van her du welatan (Ûkrayna û Moldova) re qebûl kir û peymana prensîbê ya ku hefteya borî li Brukselê ji aliyê sefîrên bilind ve hate dayîn, piştrast kir.

Li gorî Serokatiya Demê ya Belçîkayê Konseya Yekîtiya Ewropayê ev peyam dibe sedem ku muzakereyên vê peymanê, roja Sêşemê li Luksembûrgê bi fermî destpê bikin.

Li gorî nûçeya ku AFP’ê spartî çavkaniyeke dîplomatîk, YE ya xwedî 27 endaman, wê roja Sêşemê piştî nîvro destpêkê bi Ûkraynayê re û piştre jî bi Moldovayê re dest bi muzakereyan bike.

Serokên dewlet û hikûmetên Yekîtiya Ewropayê, di meha Kanûna 2023’yan de bi Ûkrayna û Moldovayê re ku du komarên Sovyetê yên berê ne, pêşî li muzakereyên tevlîbûnê vekiribûn.

Lê Macarîstanê difikirî ku şert û merc nayên bicihanîn, lewma qebûl nedikir ku muzakere bi Ûkranayê re fermî bên destpêkirin.

7’ê Hezîranê Komîsyona Ewropayê biryar da ku Ûkrayna û Moldovayê ji bo destpêkirina muzakereyên fermî, hemû şert û merc bi cih anîne.