Yekîtiya Ewropayê hişyarî da Tirkiyeyê
Yekîtiya Ewropayê (YE) bang li Tirkiyeyê kir ku dev ji xebatên sondajê yên ‘derveyî qanûnan’ a li peravên Qibrisê biqere û gef li Tirkiyê xwar û li ser bijdîne.
Yekîtiya Ewropayê (YE) bang li Tirkiyeyê kir ku dev ji xebatên sondajê yên ‘derveyî qanûnan’ a li peravên Qibrisê biqere û gef li Tirkiyê xwar û li ser bijdîne.
Tirkiyeyê piştî keştiya sondajê a Fatîh keştiya sondajê ya bi navê Yavûz jî şand peravên Qibrisê. Yekîtiya Ewropayê (YE) nerazîbûn nîşanî şandina keştiyan da.
Rêveberên YE’yê li Brukselê li hev civiyan û helwesta Tirkiyeyê ya xebatên sondajê yên derveyî qanûnan şermezar kirin.
Rêveberên YE’yê gotin; “Tirkiyeyê hê jî bersiv nedaye bangên YE ya rawestandina van xebatan.”
Nava hefteyê dewletên endam, Komîsyona Ewropa û Servîsa Têkiliyên Karê Derve ya Yekîtiya Ewropayê (EEAS) ji Tirkiyeyê daxwaza “Beriya ku dem winda bikin vebijarkên têkildarî tevdîrên guncaw pêşkêş bike”. kiribûn.
Roja Pençşemê jî serokên 28 hikumet û dewletên welatên endam piştgirî dabû vê daxwazê.
JÛNCKER: EM Ê TEVDÎRAN BIGRIN, WÊ NE TEVDÎRÊN SIVIK BIN
Piştî civîna li Brukselê Serokê Komîsyona Ewropayê Jean-Claude Juncker daxuyaniyek nivîskî da û got; “Em bi Qibrisê re di nava piştevaniyê de ne. Tiştên ku Tirkiyeye li peravên Qibrisê dike nayê qebûl kirin.”
Juncker wiha jî gotibû; “Di demek nêz de ji bo diyarkirina tevdîrên were girtin komîsyon erkdar e. Em ê vêya bikin û ev jî wê ne tevdirên sivîk be.”