Yekîtiya Ewropa wê mafên welatiyên Brîtanyayê biparêze

Tê gotin, Yekîtiya Ewropa plan dike ku mafên mayinê, ewlekariya civakî û xebatê yên welatiyên Brîtanyayê, ku ji endametiya yekîtiyê derdikeve, ewle bike û biparêze.

Li gorî belgeyên gihîştin ber destê ajansa Reûtersê, danûstandinên li ser derketina ji nava Yekîtiya Ewropayê (Brexît) wê di meha pêş de dest pê bikin û ev maf wê di danûstandinan de bên pêşkêşkirin.

3 mîlyon mirovên ji 27 welatên Yekîtiya Ewropayê li Brîtanyayê dijîn û ji bo mafên van kesan werin parastin, tê gotin divê mafên Brîtanyayiyên li van welatan jî bên parastin. Di vê çarçoveyê de wê mafê mayînê û xebatê yên zêdeyî 1 mîlyon welatiyên Brîtanyayê yên li welatên Yekîtiya Ewropayê, piştî Brexîtê jî werin parastin.

Di belgeyê de ku dîplomatên Yekîtiya Ewropayê wê di hefteya pêş de binirxînin, tê plankirin ku mafên civakî û teqawîtiyê yên welatiyên Brîtanyayê li Yekîtiya Ewropayê bên parastin. Yekîtiya Ewropa heman mafan ji bo welatiyên 27 welatên endam ên li Brîtanyayê dijîn jî dixwaze.

Li gorî vê yekê, tê xwestin ku ji bo mirovên heta Adara 2019'an dema derketina Brîtanya ji nava Yekîtiya Ewropayê li vî welatî bi cih bibin, destûr bê dayîn ku heta sala 2024'an bimînin. Her wiha tê xwestin, mafê kar ê xwendekarên zanîngehê yên welatiyên Yekîtiya Ewropayê, ku berî Brexîtê biçin Brîtanyayê, piştî Brexîtê jî werin parastin.

Her wiha weke şert tê destnîşankirin, ku alîkariya ji bo zarok û malbatên welatiyên Yekîtiya Ewrpayê yên li Brîtanyayê dixebitin, bê dewamkirin.

Tê plankirin, ku Brîtanya li ser miameleya li welatiyên Yekîtiya Ewropayê, bi hikumên Dîwana Edaletê ve dilsoz be.

Lê nayê zanîn, ku ev daxwazên Yekîtiya Ewropayê di nava xwe de amade kiriye çiqas ji wan ji aliyê Brîtanyayê ve bên qebûlkirin.