Yek ji pirsgirêkên herî girîng ên dinyayê extiyariya nifûsê ye

Civîna Bilind a G20 wê di navbera 28-29'ê Hezîranê de li Japonyayê pêk were. Pirsgirêkên civakî û aborî yên bi extiyarbûna nifûsa dinyayê re derkevin holê wê rojeveke sereke ya civînê be.

Japonya wê ji Civîna Bilind a G20 re bike ku civîn wê li Fukuokayê pêk were. Japonya bi taybetî dixwaze mijara extiyarbûna nifûsa dinyayê bê nirxandin. Japonya yek ji welatên sereke ye ku bi fikar e; dema nifûsa dinyayê extiyar bû hem wê lêçûnên tenduristiyê zêde bibe hem jî hêza kar wê kêm bibe.

Li Japonyayê ku mijara extiyarbûna nifûsa dinyayê derdixîne pêş yek ji çar parên nifûsa wê ya ji 127 milyon mirovî kesên zêdeyî 65 salî ne. Tê texmînkirin ku nifûsa zêdeyî 65 salî heta sala 2050'î nêzî 40 ji sedî bibe.

Li gorî Sekretera Giştî ya Rêxistina Hevkarî û Pêşvebirinê ya Aboriyê (OECD) Angel Gurria ku tevlî civînên beriya civîna bilind a G20 a li Japonyayê bû, extiyariya nifûsa dinyayê hemû welatan eleqedar dike, lê belê bi taybetî pirsgirêka welatên G20 e.

Di nava 20 salên bê de li Japonya, Elmanya, Îtalya, Spanya, Koreya Başûr û Fransayê ku mirovên di ser 60 salî re 25 ji sedî yê nifûsa wan e, bigihêjin asta yek ji sê paran an jî du ji pênc paran. Li welatên bi pêş dikevin jî ji ber zêdebûna lêçûnên teqawît û tenduristiyê tê payin ku ev pirsgirêk rê li ber pirsgirêkên cidî yên aboriyê veke. Li gorî daneyên OECD di nava nifûsa 7,5 milyar mirovî ya niha de hejmara mirovên zêdeyî 60 salî 1 milyar mirov e û tê payin ku ev hejmar sala 2050 zêdeyî 2 milyar mirovî be.

Tevî valahiya li budçeya ji ber sîstema tenduristiyê û teqawitiyê wê valahî li bazara kar jî derkeve holê. Ji bo vê yekê jî Japonya weke mînak tê nîşandan ku xwedî aboriya herî mezin a sêyemîn a dinyayê ye. Li Japonyayê rêjeya bêkariyê derdora du ji sedî ye. Li gorî daneyên meha Nîsanê ji bo 164 îlanên kar tenê 100 serlêdan hatin kirin. Yanî eger pêşî li koçberan neyê vekirin wê zehmet be ku valahiya hêza kar bê dagirtin.

Mezinbûna valahiya kar wê bandoreke mezin li mezinbûna aboriyê veke, lewma di serî de Ewropa wê gelek welat pêwîstiyê bi koçberan bibîne. Yek ji mijarên ku di civîna bilind a G20 de bê nirxandin ew e ku ji xizmeta mirovên extiyar bêhtir bikaranîna sîstema robotan bê nîqaşkirin.