Yek ji 6 zarokan li herêmên şer dijîn

Li gorî lêkolîneke saziya bi navê "Save the Children" li gelemperiya cîhanê yek ji her 6 zarokî li herêmên şer dijîn.

Di lêkolînê de hate ragihandin, li welatên ku şer lê diqewimin 375 milyon zarok dijîn û hate gotin, ev yek tê wateya yek ji şeş zarokên li gelemperiya cîhanê. Lêkolînê nîşan da ku ev rêje li gorî 20 sal beriya niha bi asta 75 ji sedî zêde bûye.

YEK JI PÊNC ZAROKÊN LI AFRÎKA Û ROJHILATA NAVÎN LI HERÊMÊN ŞER DIJÎN

Saziyê ragihand ku li welatên Rojhilata Navîn û Afrîkayê yek ji pênc zarokan li herêmên şer dijîn û zarok bi taybetî li welatên gelekî xetere ne.

300 JI SEDÎ RÊJEYA MIRINÊ ZÊDE BÛ

Li gorî lêkolînê hejmara zarokên hatin kuştin, birîndarkirin an jî di şer de zerar li wan bû, 10 salên dawî bi rêjeya 300 ji sedî zêde bûye. Her wiha hat destnîşankirin ku li welatên şer lê diqewimin zarok nikarin ji xizmetên tenduristî û perwerdeyê sûdê werbigirin.

WELATÊN KU JI BO ZAROKAN GELEKÎ XETERE NE

Lêkolînê bal kişand ser dehan welatên ku ji ber şer lê ne ji bo zarokan xetere ne û diyar kir ku Sûriye di vî warî de welatê sereke ye. Afganîstan û Somalî jî piştî Sûriyeyê weke welatên herî xetere hatin nîşandan.

Li gorî raporê, welatên din ên ku şer lê hene û gefeke mezin li ser jiyana zarokan heye wiha ne: Yemen, Nîjerya, Sûdan a Başûr, Iraq, Komara Kongo ya Demokratîk, Sûdan û Komara Afrîka Navîn.

10 SALAN 50 HEZAR ZAROK TEVLÎ ŞER HATIN KIRIN

Di dewama lêkolînê de hat ragihandin ku 10 salên dawî 50 hezar zarok tevlî komên çekdar hatine kirin. Her wiha di şer de herî kêm yek ji sê zarokan dibin hedefa îstîsmara zayendî. Ev rêje li welatên Afrîkayê 45 ji sedî ye.