YE’yê li ser mudaxeleya Tirkiye ya ji bo Lîbyayê hişyarî da

Nûnerê Bilind ê Polîtîkayên Derve ya Yekîtiya Ewropayê Jose Borrell, li ser mudaxeleya Tirkiyeyê ya ji bo Lîbyayê hişyariya ‘her kêlî dibe şided zêdetir bibe’ da, banga çareseriya siyasî kir.

Şefê Dîplomatê YE’yê Borrell ê daxuyaniyek nivîskî da got: “Bûyerên dawî yên li Lîbyayê dide nîşandan ku her kêlî şideta li derdorû Trablûsê zêdetir bibe.”

Di dewama daxuyaniyê de got: “Îro, gavên ji bo çereseriya krîza li Lîbyayê ji her demê zêdetir pêwîst e.Yekîtiya Ewropa bang li hemû aliyan dike ku di bin sêwana Neteweyên Yekbûyî de kom bibin û di mijara çareseriya siyasî de bibin yek.”

Li bendê ye ku Konseya Ewlekariya NY’yê vê Duşemê li ser daxwaza Rûsyayê li ser mijara Lîbyayê kom bibin.

Wê di civîna NY’yê de asta şerê di navbera hêzên Hefter û hikûmeta Îslamî ya navenda wê Trablûs ku dewleta Tirk destek dike bê girtina dest.Hêzên Hefter ji serê meha Nîsanê ve dixwazin Trablûsê bin destê xwe. Di êrîşeke esmanî ya hêzên Hefter a li Trablûsê ya roja Şemiyê li ser dibistaneke leşkerî de 30 kes miribûn, 33 jî birîndar bûbûn.

Yekîtiya Ewropa êrîşa esmanî şermezar kiribû û gotibû: “Ji bo çareseriyeke siyasî û aştiyane bê dîtin, em ê hemû rêyan bidomînin.