Krîza Lîbyayê: Çar welatên Ewropayê wê li Qahîreyê li hev kom bibin

Piştî ku dewleta Tirk ragihand ku wê leşkeran bişînin Lîbyayê, Wezîrên Karên Derve yên Fransa, Îtalya, Yewnanistan û Qibrisê wê Çarşemê li paytexta Misrê Qahîreyê li hev kom bibin.

Wezîrê Karên Derve yê Misrê Sameh Sukrî ragihand, wî hempîşeyên xwe yên Fransa, Îtalya, Yewnan û Qibrisê vexwendiye Qahîreyê.

Wezareta Karên Derve ya Misrê ragihand ku wezîrên welatên Ewropayê wê li ser mijara rewşa li Lîbyayê 8'ê Çileyê li Qahîreyê li hev bicivin.

Serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan êvara Yekşemê bi daxuyaniyekê ragihand ku wan dest bi şandina leşkeran ji bo Lîbyayê kirine.

Rêveberiya Qahîreyê diyar kir, civîna wezîrên Ewropî wê ji bo pêşvebirina hewldaên ji bo çareseriyeke giştî ya ji krîzê re û rabûna li ber astengiyan pêk were.

Di vê navberê de Şefê Artêşa Neteweyî ya Lîbyayê Halîfe Haftar jî di 3'ê Çileyê de di axaftina xwe de ya li televîzyona El Hadatê li dijî destwerdana leşkerî ya dewleta Tirk banga "seferberî" û "cîhadê" kiribû.