YE’yê ketina Schengenê ya Hirvatistanê erê kir lê ya Romanya û Bulxaristanê red kir

Konseya Yekîtiya Ewropayê (YE) ku serokatiya wê ya serdemê Çekya dike, ji ketina Schengenê ya Hirvatistanê re got erê lê Bulxaristan û Romanya red kirin.

Hirvatistan bû endamê 27’emîn ê qada Schengenê ku zêdeyê 400 milyon kes bi serbestî lê ger û geştê dikin.

Konseya YE’yê, ketina nav qada gera bi serbestî ya Schengenê ya Hirvatistanê erê kir. Hirvatistan, wê meha Çile ya sala 2023’yan bikeve nav qada Schengenê.

Konseya Yekîtiya Ewropayê, daxwaza endamtiya Schengenê ya Romanya û Bulxaristanê red kir.

Hat gotin ku bi taybetî Awûstûryayê ketina Schengenê ya Romanya û Bulxaristanê veto kiriye.

Hat zanîn ku sedema vetokirinê ew e ku ji serê salê heta bi niha çûna Ewropayê ya koçberan di ser Balkanan re zêde bûye. Viyana bertek nîşan dide ku çima koçber di Romanya û Bulxaristanê re derbas dibin.