YE'yê hişyarî da Enqereyê: Lîsteya pêkanînan tê amadekirin

Yekîtiya Ewropayê (YE), ji ber karên sondajê yên îllegal ên rejîma Tirk ên li rojhilatê Derya Spî, hişyarî da.

Nûnerê Bilind ê Polîtîkaya Derve ya Yekîtiya Ewropayê Josep Borell daxuyaniyeke nivîskî weşand û got, "Endamên civaka navneteweyî hemû divê ji hewldanên ku zerarê didin aramî û ewlekariya herêmî xwe vegirin."

Borell got, "Karên Tirkiyeyê yên ji bo keşf û sondajê yên li herêmê mixabin ber bi aliyekî eks ve diçe."

Yekîtiya Ewropayê li dijî kes an jî saziyên ji karên bêdestûr ên hîdrokarbon ên li Derya Spî berpirsyar in an jî tevlî vî karî bûne biryara pêkanînan wergirtiye.

LÎSTEYA PÊKANÎNAN TÊ AMADEKIRIN

AFP'ê ragihand ku di vê mijarê de lîsteyek tê amadekirin û dibe ku di civîna Wezîrên Karên Derve yên Yekîtiya Ewropayê de bê nîqaşkirin ku wê Duşemê li Brukselê pêk were.

Pêkanîn ê ji qedexeya ketina nava xaka Yekîtiya Ewropayê û rawestandina sermayeyê pêk were. Her wiha wê li kes an jî saziyên di lîsteyê de ne dayina fonê bê qedexekirin.

Serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan ultîmatoma Yekîtiya Ewropayê red kir û careke din şantaja penaberan kir. Erdogan careke din gef xwar ku ew bi milyonan penaberan vedihewînin û dikarin deriyê xwe vekin ku ew jî berê xwe bidin Ewropayê.