YE'yê 'êrîşa li Ûkraynayê' ya Rûsyayê mehkûm kir

Yekîtiya Ewropayê (YE) destwerdana Rûsyayê ya li keştiyên leşkerî yên Ûkraynayê mehkûm kir.

Nûnera Têkiliyên Derve û Polîtîkaya Ewlekariyê Federîca Mogherînî bi navê 28 welatên Yekîtiya Ewropayê (YE) deklarasyonek weşand. Di deklarasyonê de ji ber aloziya navbera her du welatan ahte gotin, 'em gelekî bi fikar in'.

Di deklarasyonê de destwerdana Rûsyayê ya li keştiyên leşkerî yên Rûsyayê hate bibîrxistin û rexne li Rûsyayê hate kirin ku hêz bi kar aniye. Di deklarasyonê de hate gotin, bikaranîna hêzê ji aliyê Rûsyayê ve, YE xistiye nava 'tirs û fikaran'.