Daxuyaniya Sekreterê Giştî yê NYyê Antonîo Guterres di civîneke wezîran de ya li ser Efxanîstanê li Cinêvê hate xwendin. Guterres got, ''Çareseriya siyasî ji bi qasî ti caran wiha lezgîn nebûyî, lezgîn e''.
Sekreter got, ''Van kêlîkan ku em diaxivin, ji bo danûstandinên aştiyê rasterast di navbeyna hikûmeta Efxan û Talîbanan de dest pê bike derfeta me kêm caran heye. Divê em vê ji dest bernedin.''
GANÎ: NEXŞERÊ HATE HAZIRKIRIN
Serokkomarê Efxan Eşref Ganî ku tevlî civîna li Cinêvê bûyî diyar kir, ji bo danûstandinên aştiyê wan nexşerêyek hazir kirin. Ganî got, ''Ji bo ku peyamenek aştiyê çêbibe organên hewce û mekanîzma wê sazkar bibin''. Ganî her wiha got wan şandeyeke danûstandinê ya ku ji 12 kesan pêk tê, ava kirine.
MOGHERÎNÎ: DEMA WÊ HATIYE
Şefa Polîtîkaya Karê Derve aya YE'yê Federîca Mogherînî jî li Cinêvê got di dîroka Efxanîstanê de demeke krîtîk heye û got, ''Biya me, ji bo ku danûstandinên berbiçav çêbibin dema wê hatiye''.
SWÎSRE: EM HAZIR IN DANÛSTANDINaN BIEZIMÎNIN
Wezîrê Karê Derve yê Swîsreyê Inganîzo Cassîs jî got welatê wan, ''hazir e ku hemû tûrên ji bo danûstandinê biezimîne''.
HEWLDANÊN DYA'YÊ
Tevgera Talîban van mehên dawî li Qatarê ji hêla rayedarên Amerîkî ve 3 caran ji bo civînê hatin vexwendin. Dîplomasiya Amerîkayê ev hevdîtin ne piştrast kir û ne jî li derewê qeliband.