YE li ser reforma sîstema penaberiyê li hev nake

Di civîna dawî ya Yekîtiya Ewropayê (YE) de ya li ser reformekirina qanûnên penaberiyê, hate destnîşankirin ku ew hîn gelekî dûrî vê armancê ne.

Civîna Bilind a Wezîrên Karên Derve yên Yekîtiya Ewropayê li Luksembourgê pêk hat û hate ragihandin ku di civînê de li hev nehatiye kirin.

Wezîrê Karên Derve yê Bûlgarîstanê Valentin Radev piştî civînê daxuyanî da û got, "Zehmet e ku li hev bê kirin, lê bawerim ku em li ser rêya rast in." Radev got, di civîna bilind a lîderên Yekîtiya Ewropayê de ku wê 28-29'ê Hezîranê were kirin, di mijar polîtîkaya penaberiyê de wê li hev bê kirin.

Tê payin ku di civînê de di mijara guhertina Peymana Dublinê de li hev bê kirin, ku ev peyman cihê dîtina dozên penaberan destnîşan dike. Di vê mijarê de, du welatên mezin ên Yekîtiya Ewropayê Elmanya û Fransa dixwazin, doza penaberan li welatê destpêkê ku penaberan xwe gihandinê bê dîtin.

Bûlgarîstan, Îtalya, Yewnanîstan ku ji bo penaberan welatê destpêkê yên hatina Ewropayê ne, dixwazin ev pîvan bê guhertin. Elmanya û Fransa jî dixwazin, tenê di dema krîzê de ev pîvan bê nermkirin.

Yek ji pirsgirêkên ku Yekîtiya Ewropayê hîn li ser li hev nekiriye, parvekirina penaberan e ku ev biryara sala 2015'an hate girtin lê hê bi cih nehatiye anîn.