Yê ku êrîşî koma ZDF’ê kiriye polîsê sivîl bûye

Hefteya borî di serdana Serokwezîr Merkel de dema ku rastgiran xwepêşandana protestoyê li dar dixistin kesekî êrîşî koma ZDF’ê kiribû. Derket holê ku ev kes polîsekî sivîl e.

Hefteya borî serokwezîra Elmanyayê Angela Merkel çûbû serdana eyaleta Sachsenê û endamên AfD û yên Pegîdayê ew protesto kiribûn.

Komê pankarta ‘Divê Merkel biçe’ vekiribû. Dema ku kanala televîzyonê ya dewletê ZDF’ê xwest vê protestoyê qeyd bike, êrîşî koma ZDF’ê hatibû kirin.

Derket holê ku kesê ji ZDF’ê re gotiye ‘Çapemeniya derew’ û nehiştiye ZDF dîmenan qeyd bike, polîsekî sivîl e yê ku li Gerînendetiya Emniyetê ya Eyaleta Sachsenê dixebite.

Piştî ku ev skandal di çapemeniyê de derket holê, Wezareta Karê Hundir a Eyaleta Sachsenê diyar kir ku ev kes di dema protestokirina Merkelê de ne li ser peywirê bûye. Lê Wezîra Edaletê diyar kir ku divê ev bûyer bi hemû aliyan were zelalkirin.

Parlementerê Eyaleta Sachsenê yê Partiya Çep Enrîco Stange jî vê astengkirina polîsan şermezar kir û xwest Wezareta Karê Hundir daxuyaniyekê bide. Siyasetmedarên Partiya Keskan jî heman daxwazê dikin.

Li Elmanyayê di nav yekîneyên ewlehiyê de kesên ku têkiliya wan bi partiyên rastgir û nîjadperest hene, gelek kes hene.