YE ji dêvila ku deriyê xwe veke heqê konan da

Li Bosna Hersekê agir bi kampa penaberan ketibû û konên wan şewitîbû. Yekîtiya Ewropayê (YE) ji dêvila ku deriyê xwe ji penaberan re veke, ji bo ku ji xwe re konan bikirin pere ji wan re şand.

Drama 1300 penaberên li kampên Bosna Hersekê didome.

Li nêzî bajarê Bîhacê yê Hirvatistanê ya ku ew jî endamê Yekîtiya Ewropayê ye, di 23’ê Kanûna 2020’an de li kampa bi navê Lîpayê agir bi konên penaberan ketibû. Li kampê bi rojan berf dibariye û penaberan gelekî dijwarî kişandin. Yekîtiya Ewropayê jî ji bo ku deriyê xwe ji penaberan re veneke, her tiştî dike.

YE ji dêvila ku penaberan qebûl bike, şîretan li penaberan dike û bi qasî 5 milyon eûro pere da. Sala borî di meha Nîsanê de jî YE bi qasî 4,5 milyon eûro pere dabû penaberan. Li hemberî vê drama mirovatiyê ya ku bi rojan li navenda Ewropayê didonme, Nûnerê Bilind ê Têkiliyên Derve û Polîtîkaya Ewlekariyê ya Yekîtiya Ewropayê Josep Borrell xwest rêveberiya Bosna Hersekê bila van pereyan konan ava bike.

Li gorî nûçeya dawîn a AFP’ê li herêmê nêzî 900 penaber li qada vekirî di sar û sermayê de li ber xwe didin. Tê diyarkirin ku rayedarên Bosnayê a niha nêzî 800 penaber demdemî bi cih kiriye. Çend roj berê ajansên navneteweyî yên nûçeyan wêneyên penaberan belav kiribûn. Di wêneyan de dihat dîtin ligel ku berf dibare terlik di pêyê penaberan de ye.