YE: Hikumetê Talîbanê hemû beşên civakê temsîl nake

Yekîtiya Ewropayê diyar kir ku hikumeta ku Talîbanê ava kiriye ne berfireh e û cihêtiyên olî û etnîk jî temsîl nake.

Hêmanên ‘berfirehbûn’ û ‘temsîliyet’ê di nav wan şertên di navbera bloka Ewropayê û desthilatdariya Efgan de bû.

Berdevkekî Yekîtiya Ewropayê daxuyaniyeke nivîskî weşand û got: “Analîza navên ku hatine eşkerekirin diyar dike naşibe wê avadaniya ku Talîbanan ji bo cihêtiyên etnîk û dînî yên dewlemend soz dabû.”

Wezîrên karê derve yê 27 welatên Ewropayê hefteya borî civiyabûn û bal kişandibûn ser hikumeteke demdemî ya ‘berfirehe û ‘xwedî temsîliyet’.

Talîban a ku bû desthilatdar pêkhateyên hikumeta nû eşkere kir. Berevajî qewlan ev hikumet bi tenê Talîbanê temsîl dike. Hemû endamên hikumeta nû Peştû ne.

Hinek wezîrên ku di rejîma Talîbanê de xwedî bandor in di lîsteya zextan a Neteweyên Yekbûyî de cih digirin. Çar kesên ji nav wan di girtîgeha Gûantanamo ya DYE’yê de mane.

Serokwezîrê nû Mûhammed Hasan Ahûnd di sala 2011’an de li Bamyanê biryara rûxandina peykerê Bûda dabû.